ECDC: Destpêka 2022an Omicron dibe belavtirîn corê virusa Corona

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kontrolkirin û Rêgirtina li Belavbûna Nexweşiyan a Yekîtiya Ewropayê (ECDC) ragihand ku destpêka 2022an Omicron dibe belavtirîn corê virusa Coronay li Ewropa.

Ligel nêzîkbûna ahengên Krîsmesê û serê salê, Navenda Kontrolkirin û Rêgirtina li Belavbûna Nexweşiyan a Yekîtiya Ewropayê nûçeyeke nexweş dide xelkê Ewropayê.

Ev ajansa tendirustî dibêje, heta destpêka sala nû virusa Coronayê ya guherî corê Omicron dibe belavtirîn corê Coronayê li welatên Ewropayê, lewra daxwazê ji welatan dike, tenê pişta xwe bi vaksînê girênedin, belku divê rêkarên tund ên xweparastinê jî werbigirin.

Rêveberê ECDCê Dr. Andrea Ammon dibêje: “Em egera belavbûna zêdetir a Omicrona guherî zêde bilind texmîn dikin, egereke merzin jî heye bibe sedema şandina xelkeke zêdetir bo nexweşxaneyan, û mirina pêketiyên zêdetir beramberî wê rêjeya ku tê çavrêkirin ji encama Deltaya guherî hebin. Di rewşa niha de, vaksîn tenê nikare bandora Omicron rawestîne.”

Li gor serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê, heta niha %66.6ê akinciyên Yekîtiya Ewroapyê 2 dozên vaksînê wergirtine.

Hikûmetên 27 welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê daxwazê ji welatiyan dikin, doza sêyem a vaksînê werbigirin, daku ser saleke bê pirisgirêk bikin.

Hejmarekê jî ji wan dest bi vaksînkirina zarokên temen 5 heta 11 salî kirine.

Li Almanyayê nêzîkî %70ê akinciyan 2 doz vaksîn wergirtine, şêwirmendê wî welatî jî dibêje ku ew berdewam dibin di hewildana ku xelkên dijî vaksînê jî razî bikin daku xwe vaksîn bikin.

Şêwirmendê Almanya Olaf Scholz jî got: “Ez dixwazim bi navê hikûmetê bibêjim, em rêzê li redkirina vaksînê digirin, em guh didin wan, danûstandinê dikin, sînga me vekiriye bo rexne û raya cuda. Em dest ji çêkirina baweriyê bernadin derbarê wan kesên ku heta niha dudilin li wergirtina vaksînê, em vî karî bi xurtiya belgeyên zanistî dikin, bi xurtiya lojîk û baştirîn gotûbêjan.”

Hikûmeta Fransayê jî çaverê dike bi sedema tevlîbûna xelkê di ahengên Krîstmasê û serê sale de, hejmara nexweşan di yekeyên çavdêriyê de zêde bibin, ku ji 400 kesî heta 4 hezar kesî zêde bibin.

Biryare îro serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê di Lûtkeya xwe de li Brûkselê vê yekê gotûbêj bikin, ku çawa rêkarên xweparastinê yên nû bisepînin bê ku bibe sedema rawestandina çûn û hatina azad di navbera welatên endam li Yekîtiyê.