Vegera Trump û pêwendiyên li gel Kurdan: Çima heta niha lobiya Kurdan nîne?

16-11-2024
RÛDAW
Wêne û vîdeo \ Rûdaw Grafîk
Wêne û vîdeo \ Rûdaw Grafîk
Nîşan Melayê Cizîrî Sepmpozyûma Melayê Cizîrî Zanîngeha Şirnexê Cizîra Botan Amerîka Donald Trump Kamala Harris Kurdên Amerîkayê Washington
A+ A-

Washington (Rûdaw)- Fokusa vê hefteyê ya bernameya Diyasporayê li ser Kurdên diyasporaya Amerîkayê bû.

Têkiliya di navbera wan de û her wisa zanîna wê yekê ka dê di siberojê de bandora wan a li ser siyaseta Amerîkayê, bandora dengên wan li ser hilbijartinan û siyaseta çar salên bê yên Amerîkayê di vê bernameyê de hat gotûbêjkirin.

Mêvanên bernameyê bal kişandin ser siyaseta Donald Trump a li hundir û derveyî Amerîkayê û  tekez kir ku hîn jî lobiya Kurdan li Amerîkayê nîne.

Şeş Kurdên xwedî ezmûn û pisporên siyaseta Amerîkayê yên wekî lêkoler Kanî Xulam, lêkoler Fewziya Ezîz, karsaz Samî Saleyiyê, şîrovekar Huner Zêbarî, lêkolerê Enstîtuya Kurdî ya Amerîkayê Yûsif Azad û endamê Navenda Amerîkî-Kurdî Dilêr Reşîd mêvanên bernameyê bûn.

Di destpêkê xanim Fewziya Ezîz ku ji sala 1977an ve li Amerîkayê dijî û çavdêreke jêhatî ye axivî.

“Rewşa aborî gelekî xirab e”

Destpêka gotina xwe bi Amerîkaya serdema nû ya Trump dest pê kir û ragihand ku ew derbarê siyaseta Donald Trump a çar salên bê de hem geşbîn e hem jî reşbîn e.

Geşbîniya xwe bi wê yekê ve girêda ku Trump bi cidî ji bo vejandina aboriya Amerîkayê kar dike ku ev yek ji bo Amerîkiyan pir girîng e.

Fewziya Ezîzê xwest ku diyasporaya Kurdî jî beşek ji  başbûna aboriya Amerîkayê sûdê bibîne.

Reşbîniya xwe jî bi soza Trump ku berî hilbijartinan dabû li ser awayê tevgera xwe li hember koçberan, girêda.

Fewziya xanimê hêvî kir ku vê carê siyaseta Donald Trump li hember Kurdan û doza wan ji berê çêtir be û bikare peywendiyên baş û berjewendiya hevbeş di navbera her du aliyan de çêbike.

Xanim Fewziya diyar kir ku piştî Trump her tişt biha bû, rewşa aborî ya xelkê bi giştî xirab bûye.

Li gorî gotina Fewziyayê malbatine Kurd hebûn nikarîbûn di 6 mehan de carekê goşt bikirin û hêvî xwest ku di çar salên bê de rewş baştir bibe.

 

“Trump wekî xwediyê kompanyayekê hareket dike”

Samî Saleyî karsazekî bi navûdeng e li nav diyasporaya Kurdan li Amerîkayê, li ser serkeftina Donald Trump û siyaseta wî ya li hundir û derveyî Amerîkayê ragihand.

Saleyî da zanîn ku wan ezmûna Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê dîtiye ku xalên erênî û neyînî jê tê de hebûn.

Aliyê erênî baştirkirina aboriya Amerîkayê bû lê xala wî ya lawaz jî ew bû ku nola xwediyê şirketekê tevdigeriya û carinan bi tweetekê berpirsekî mezin ê îdareya xwe dişand malê.

“Kurdên Amerîkayê dabeş bûne”

Samî Salayî li ser reftara wî bi Kurdên Amerîkayê re jî wiha got:

"Kurd li Amerîkayê dabeş bûne û mixabin me nekarî amareke zelal û tevahî li ser hejmara xwe li Amerîkayê bi dest bixin.

Me nekarî em herin ba berbijêran an kampanyayên wan û ji wan re bibêjin ku qebare û mezinahiya me evqas e û daxwazan bigihînin û bi cih bikin.

Li ser mûçeya her mûçegirekî nêzî ji sedî 2 zêde bû lê ji aliyê din ve jî bihayêê her tiştî ji sedî 30 zêde bû.

Ango enflasyon hebû. Paşê Demokrat gelek bacan li ser xelkê datînin loma rewşa xelkê ya aborî ne mîna berê baş e û pere kêm bûne."

“Divê ciwanên Kurd tevlî siyaseta Amerîkayê bibin”

Li gorî Kanî Xulamiyê lêkolîner, li ser awayê çar salên bê yên îdareya Donald Trump bo Kurdên şêniyên Amerîkayê, Kurdên li Amerîkayê nikarîbûn tev li siyaseta Amerîkayê bibin, nimûne, wekî Cihû, Yewnanî û…loma jî bandora wan li ser siyaseta Amerîkayê tune.

Xulamî bang li ciwanên Kurd kir ku ji niha û bi şûn de bikevin nava siyasetê û bigihin postên bilind.

Xulamî ji ciwanên Kurd xwest ku bandorê li ser siyaseta navxweyî û derve ya welêt bikin, piştre jî bikarin sûdê bigihînin diyasporaya Kurdî li Amerîkayê û her wiha Doza Kurd.

Xulamî behsa hilbijartinan jî kir û wiha got:

"Hilbijartina vê carê ya Donald Trump peyamek e ji bo serkirdeyên Rojhilata Navîn ên ku naxwazin an jî ditirsin dev ji kursiyên xwe berdin û paşê nikaribin vegerin ser desthilatê.

Trump mînakeke baş a vê yekê ye û heger ew bi ser nekevin divê ew jî heman tiştî bikin."

“Kesên jîr û jêhatî di nava diyasporaya Amerîkayê de hene”

Yûsif Azad ji Enstîtuya Kurdî li Amerîkayê li ser giraniya diyasporaya Kurdan li Amerîkayê wiha got:

"Diyasporaya Kurdan li Amerîkayê kesên jîr û jêhatî vedihewîne ku mohra wan darîçav e.

Me nikarîbû bigihin postên bilind û bandorê çêbikin.

Bi nêrîna min siyaset û helwestên partiyên siyasî yên Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê li ser takekesên Kurd ên şêniyên Amerîkayê jî dikin."

“Nifşê berê dengê xwe dide Komariyan nifşê nû dengê xwe dide Demokratan”

Yûsif Azad diyar kir ku piraniya nifşê kevn ê Kurdên Amerîkayê dengên xwe didin Komariyan.

Nifşê nû berovajî wan dengên xwe dide Demokratan.

Hin caran jî berjewendiyên parçeyan jî dibin sedem, wekî mînak Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Amerîkayê dixwestin Trump bi ser bikeve lê Kurdên hin beşên din ên Kurdistanê dixwestin ku Kamala Harrisê bi ser bikeve.

Yûsif Azad geşbîniya xwe nîşan da ku nifşekî nû ji kesên bibandor xasma li Washington DC û her wisa li Virginiayê heye ku dikarin di paşerojê de bibin mirovên bibandor.

“Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dixwestin Trump bi ser bikeve”

Huner Selîm çavdêrekî siyasî yê ciwan û jêhatî ye.

Li ser nifşê nû yê Kurdan li Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku ciwanên Kurd li Amerîkayê ji ber berjewendiyên xwe li ser Demokrat û Komarpariyan hatine dabeşkirin.

Wekî mînak, Kurdên Bakurê Kurdistanê ku gelek ji wan bi qaçaxî bi rêya Meksîkayê derbasî Amerîkayê bûne, ji bo ku rê neyê girtin nedixwestin Trump bi ser bikeve.

Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî da Trump da ku hê bêtir neyartiya Îranê bike.

“Navendeke ciwanên Kurd ên li Amerîkayê nîne”

Huner Selîm behsa ciwanên Kurd ên li Amerîkayê kir û wiha got:

"Mixabin ciwanên Kurd ên li Amerîkayê ne xwedî navend an rêxistinekê ne ku wan bigihîne hev û bandorê li ser siyaseta Amerîkayê bike.

Hebûna rêxistinekê yan komekê pir girîng e.

Nimûne, di referanduma sala 2017an de bi hezaran xortên Kurd ji hemû eyaletên Amerîkayê hatin ber Koşka Spî û daxwaza piştgiriya Amerîkayê ji bo serxwebûna Kurdistanê dikirin.

Ango hîna jî Kurdayetî kûr di dilê xortên Kurd ên Amerîkayê de heye."

 

“Lobiya Kurdan li Amerîkayê nîne”

Huner Selîm behsa tecrûbeya Îsraîlê ya di vî warî de kir û wiha got:

"Îsraîl ji sala 1964an ve li Amerîkayê rêxistineke lobiyê ji bo Îsraîlê ava kir û pir sûd jê dît.

Mînak, di vê hilbijartinê de vê grûpê zêdetirî 100 milyon dolar ji bo piştgirîkirina senatorên alîgirên Îsraîlê û her wisa li dijî senatorên ku dijî Îsraîlê ne xerc kir.

Kurd li sala 2024an bê rêxistin, kom û navendeke lobiyê ne Amerîkayê ne ku ev jî cihê xebînetê ye."

Dilêr Reşîd endamê American Kurdish Centerê ye  ku bi salan e li Amerîkayê dijî û gelek serok û îdareyên Amerîkayê dîtine.

Dilêr Reşîd di wê baweriyê de ye ku kêmbûna hejmara Kurdan li Amerîkayê û her wisa hewlnedana Kurdan a têketina nav siyaseta Amerîkayê du sedem in ku dengê Kurdan li Amerîkayê bandoreke mezin nake.

Piraniya wan bi ked û karsaziya xwe ve mijûl in, her wisa ti Kurdek nebûye karsazekî mezin ku karibe bi karsaziya xwe bandorê li siyaseta Amerîkayê bike.

Dilêr Reşîd da zanîn ku faktorên aborî û xirabbûna rewşa aborî ya xelkê bû sedema serkeftina Trump.

“Pêwîst e Kurdên Amerîkayê hevgirtî bin”

Dilêr Reşîd behsa bandora diyasporaya Kurdan a li Amerîkayê kir û wiha got:

"Hevgirtin û yekîtî çareseriya herî çê ye. Ev jî bi rêya avakirina rêxistineke Kurdî ku bi şêweyekî kar bike ku Kurdîtiyê li pêş hizbîtiyê bigire.

Her wisa girîngîdana bi xwendina bi zimanê Kurdî û xurtkirina çand û kultûra Kurdî li vir.

Her wisa em beşdarî hemî rêxistinên wan bibin.

Ev yek dê Kurdan xurt bike û dê xelk û alî ji me bixwazin ku em herin nava refên wan û em dê kartêker bin û bikarin bi vî rengî lobiyê ji bo xwe û doza gelê xwe bikin.

Heta Kurd li vir nebin yek, dê ti bandora me nebe."

“Divê Kurd li Amerîkayê kongreya neteweyî ava bikin”

Yûsif Azadê ku bi salan e li Enstîtuya Kurdî li Amerîkayê kar dike, ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan li Amerîkayê çareseriyek pêşkêş kir û wiha got:

"Pir pêwîst e ku hemû partiyên Kurdistanî, di nav de partiyên desthilatdar û muxalefetê û her wiha partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li Amerîkayê, bi beşdariya hemû kesayet û rêxistinên Kurd ên li Amerîkayê kongreyeke neteweyî li dar bixin.

Bikarin li vir saziyeke Kurdistanî çêbikin ku dûrî hizbayetiyê be.

 Li şûna vê yekê divê giraniya xwe bidin ser Kurdayetiyê û bi vê yekê dikarin ji bo Doza Kurd gelek lobiyan çêbikin û wê demê diyasporaya Kurdan dê bandorê li siyaseta Amerîkayê bike."

“Trump zerereke mezin da Kurdan”

Yûsif Azad derbarê siyaseta Donald Trump a li hember Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî wiha got:

"Ji sala 2016an heta 2020an ezmûna me ya siyaseta Trump a li hemberî Kurdan heye.

Siyaseta Trump a li hemberî Kurdan di wê demê de bi awayekî xirab bû ku Doza Kurd 50î salî vegerand paş.

Mînak, me di 16ê Çiriya Pêşîn de nîvê axa Kurdistanê ji dest da, Trump pişta xwe da me.

Her wisa Efrîn hat dagirkirin ku bi qasî Mehabadê Kurdistanî ye lê Trump bê helwest ma.

Her wisa li 2019 nîvê artêşa Amerîkayê ji rojhilatê Sûriyeyê vekişand û Rûsan jî tavilê cihên wan tijî kir.

Her çend Trump di nîvê rê de poşman bû jî lê kar ji dest derketibû."

“Kurd nabin yek û dê nebin yek”

Huner Selîm jî wekî çavdêrekî siyasî li Amerîkayê li ser yekgirtina Kurdan got:

"Kurd qet nebûne yek û qet nabin yek jî. Tevî ku ez pir dixwazim bibin yek lê nabin."

Huner Selîm pêşniyar dike ku li Amerîkayê desteyek ji nûner û kesayetiyên her çar parçeyên Kurdistanê pêk were û di nav beşdaran de nûnerên hemû partiyên Kurdistanî jî hebin.

Belkî wê demê bandora Kurdan li Amerîkayê dikare were dîtin.

Fewziya xanimê jî ser parastina zimanê Kurdî li nava diyasporaya Kurdî ya Amerîkayê wiha axivî

"Vêga tevlihevî û çêkirina malbatan di navbera Kurd û Amerîkiyan de heye û divê malbatên Kurd herdem bi Kurdbûna xwe serbilind bin.

Divê dayik bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin çimkî tişta herî girîng ji bo mirov zimanê wî ye."

“Dibistana me ya Kurdî hat girtin”

Dilêr Reşîd jî behsa girîngiya ziman kir û wiha berdewam kir:

 "Ziman pir û pir girîng e û li Amerîkayê jî girîngiyeke mezin bi zimanê dayikê tê dayîn.

Mînak, heger zarokekî Ereb li vir bixwîne, puana zimanê Erebî dê jê re bê hejmartin.

Me pir hewl da ku em zimanê Kurdî di dibistanan de ji bo zarokên Kurd bi cih bikin û bixwînin lê ji ber ku hejmara Kurdan kêm bû me nekarî bi cih bînin.

Piştre, bi hewldana du xwişkên Kurd me karî dibistaneke zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd ên li vir ji dayik bûne vekin.

Ew baş hînî zimanê Kurdî bûn û piraniya wan bawernameya masterê wergirt lê xebînet seba nebûna pereyan dibistan piştî 5 salan hat girtin."

“Pêwîstî bi piştgiriya darayî heye”

Saleyî li ser hejmara Kurdan li Amerîkayê wiha axivî:

 "Ti amareke fermî nîne ku bibêje çend Kurd li Amerîkayê hene. Rast e tê gotin ku 70 hezar Kurd hene lê ew jî wekî Îraqî, Îranî, Sûriyeyî yan jî Tirk hatine tomarkirin."

Saleyî li ser avakirina rêxistin an formekê ji bo lobîkirina doza Kurd li Amerîkayê, di wê baweriyê de ye ku ji aliyê civakê ve nayê avakirin.

Pêwîstî bi piştgiriya darayî heye ku dikare bi rêya hikûmetê yan jî aliyên Kurdî were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst