ALMANYA – Polîsan bi ser gelek saziyên Îslamî de girt

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Almanyayê, li bajarê Hamburgê bi ser gelek saziyên Îslamî de girt ku pêwendiya wan bi Hizbulahê re heye.

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, ferman da ku li hemberî 54 saziyên Navenda Îslamî ya Hamburgê operasyon were kirin.

Navenda Îslamî ya Hamburgê, bi taybetî Mizgefta Îmam Elî ya li Hamburgê kontrol dike.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da zanîn, 500 polîs tevlî operasyonê bûne.

Zinar Şîno herwiha diyar kir ku nêzîkî salekê ye çalakiyên Navenda Îslamî ya Hamburgê tên şopandin.

Polîsan di vê operasyona berfireh de bi ser 54 cihan de girt.

Herwiha hat ragihandin ku Îran hewl dide xebatên xwe yên li almanyayê berfireh bike.

Li aliyê din, Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşar kir, ew destûrê nadin tevgerên li dijî Cihûyan.

Almanya, Hizbulahê wekî rexistineke terorî nas dike û sala 2020an xebatên Hizbulahê yên li Almanyayê qedexe kirin.