Du mûşek ketin nav axa Polanda û du kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li gundekî sînorî yê Polanda yê nêzîkê Ukraynayê dû mûşek ketin xwarê. Heta niha nehatiye piştrastkirin ka çi aliyekî ew mûşek teqandine, lê Polanda gumanê ji Rûsyayê dike. Polîsê Polanda dibêje, ji ber êrîşê du kesên sivîl hatine kuştin.

Du mûşekên ku çavkaniya wê nayê zanîn li gundê  Przewodowê yê Polandayê ku kêmî 7 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye ketin û di encamê de  2 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokê Polandê dibêje, ew mûşek Rûsî ne û Serokwezîrê Polandê jî tekezê li ser heman xalê dike.

Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki got: “Du mûşek li Przewodowê ketine xwarê û di encamê de du kesên sivîl hatine kuştin. Em lêkolînê dikin bizanin çawa û ji ku derê hatine teqandin. Wek Serokê Welatê me got, mûşek Rûsî ne, lê em nizanin gelo Rûsya êrîş pêk aniye yan na. Me bangî balyozê Rûsyayê kiriye.”

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov red dike ku ti peywendiya welatê wî bi êrîşê ve hebe û dibêje, tohmetbarkirina Rûsyayê beşek e ji wî şerê medyayê ku Ukrayna li dijî Rûsyayê dike.

Nirxandineke destpêkê jî dibêje, dibe mûşek ji Sîstema Berevanî ya Ukraynayê hatibin teqandin, di dema bersivdana mûşekên Rûsyayê bo ser bajarê Lvîvê yê Ukraynayê yê nêzîkê sînorê Polanda.

Biden yekser ligel serkirdeyên endamê NATOyê û Grûpa 7 li Baliya Endonezyayê civiya. Piştre bo medyayê axifî.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got: “Ez ligel serkirdeyên welatên NATO û Komeleya 7 civiyam û bi telefonê jî ligel Serokê Polanda û Sekreterê NATOyê axifîm û piştgiriya lêkolînên Polandê dikin. Zanyariyên destpêkê wê yekê piştrast nakin ku Rûsyayê êrîş kiribe, ji ber awayê arastekirina avêtina mûşekan, wiha dernaxe Rûsyayê ew kar kiribe.”

Polanda endamê NATOyê ye û Benda 5 a Rêkeftina NATOyê behsa parastina komeleya welatên endam dike û têde her gefeke li ser welatekî endam, divê hemû welatên din ên NATOyê bersiva êrîşkar bidin; Polanda heta niha xwe ji Benda 5 dûr xistiye û herewiha Benda 4ê jî aktîv nekiriye ku ji pêkanîna civîna Encûmena Asayîşa Welatên NATOyê pêk tê.