Encamderê teqîna Liverpoolê li Iraqê ji dayîk bûye

16-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew kesê ji teqîna Liverpoolê berpirs bû, bi esil Ereb e, bav Sûrî û dayîka wî jî Iraqî ye. Îmad Cemîl Elsiwêlmî, ew kesê ku roja Yekşemê 14ê Mijdara 2021ê canê xwe ji dest da dema bombeya wî di nav taksiyekê de li derveyî Nexweşxaneya Jidayîkbûnê ya Liverpoolê teqiya. Îmad 32 salî bû. Li Iraqê ji dayîk bûye û bi esil Ereb e, bav Sûrî û dayîka wî jî Iraqî ye.

Îmad berî biçe Brîtanyayê Misilman bû, lê heft sal berî niha çûye Brîtanya û di Adara sala 2017an de bûye Krîstiyan. Piştre navê xwe guheriye û kiriye Enzo Almeni daku bişibe navekî rojavayî. Meha Adara îsal, piştî ku zanîne bûye Krîstiyan, jin û mêrekî Krîstiyan deriyê mala xwe jê re vedikin û ligel wan jiya ye. Bi bihîstina vê nûçeyê ew şok bûne.

Wê dema li Brîtanyayê bû, piraniya jiyana xwe li Liverpoolê derbas kiriye û di 8 mehên dawî de ligel jin û merêkî Krîstiyan bi navên Malcolm and Elizabeth  jiya ye. Wan ji Rojnameya Daily Mail re gotine, wan qet çaverê nedikir ku bibe kesekî radîkal û kesekî “xoştivî bû.” Herwiha dibêjin di sala 2014an de piştî ku daxwaza wî ya mafê penaberiyê tê redkirin, bi kêreke mezin diçe nav xelkê û tê desteserkirin, piştre derdikeve ku nexweşiya wî ya derûnî heye û bo dema çend mehan li nexweşxaneya derûnî tê razandin.

Hevalên Îmad ji Rojnameya Daily Mail re gotine ku bo demeke dirêj li Iraqê jiya ye. Roja Yekşemê 14ê Mijdara 2021ê taksîyek ku kesek hilgirtibû li derveyî nexweşxaneyeke jin û jidayîkbûnê li bajarê Liverpoola bakurê rojavayê Îngiltere rawestiya û piştre teqiya. Teqîn demjimêr 11 serê sibehê bi dema Liverpoolê û (demjimêr 2ê piştî nîvro bi dema Hewlêrê) çêbû û di encam de kesê nav taksiyê canê xwe ji dest da, şofêrê taksiyê jî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin ku “niha rewşa wî baş e.”

Li gor medya Brîtanî, şofêr deriyê taksiyê li ser Îmad girtiye û hewl daye bireve, piştî taksî teqî ye, Îmad canê xwe ji dest daye û şofêr jî birîndar bûye. Piştî teqînê çar kes bi tohmeta ku destê wan di teqînê de heye hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst