Gelo dê Rûsya çekên nukleerî bi kar bîne?

3 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rûsya Amerîka Çekên Nukleerî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li aliyekî NATOyê li ser sînoran dest bi tetbîqatên nukleerî kiriye li aliyê din jî Amerîka dixwaze ji bo kêmkirina çekên nukleerî bi Rûsyayê re danûstandinan bike.

Kremlîn li ser kêmkirina çekên nukleerî pêwîst nabîne ku bi Amerîkayê re gotûbêjan bike.

Daxuyaniyeke wiha ji Kremlînê wekî bersiva Serokê Amerîkayê hat belavkirin ku gotibû, "Washington amade ye bi Moskowê re li ser kêmkirina çekên nukleerî danûstandinan bike.”

Senatorê Rûsyayê Vladîmîr Cabarov di bersiva pirsa Rûdawê de diyar kir ku Rojava nû têgihîştiye ku ew nikarin Rûsyayê bitirsînin.

"Ti tişt nikare me rawestîne"

Senator Vladîmîr Cabarov wiha anî ziman:

"Eşkere ye ku siyastmedarên Rojavayî êdî hişyar bûne, piştî ku serokê me di doktrîna me ya nukleerî de guherîn kirin.

Wate, ew têgihîştin ku rewş êdî ji bo wan pir metirsîdar bûye.

Bi ya min, daxwaza wan a danûstandinan tê wê wateyê ku dawiya dawî aqilê wan êdî vedigere serê wan.

Heta niha wan pê bawer dikir ku Rûsya ti carî, di ti şert û mercan de çekên nukleerî bi kar nayîne.

Lê niha ew tê digihêjin ku eger metirsî li ser man û nemana welatê me hebe, ti tişt nikare me rawestîne."

Daxuyaniyên ji Moskowê di wê demê de ne ku NATO li ser sînorên bakûr ên Rûsyayê dest bi manewrayên (tetbîqat) nukleerî kiriye.

Malnişîn Îrîna Paxomovnayê li ser îhtimala şer got:

"Di dema serokatiya Biden de nikarin atomê bi kar bînin.

Lê eger ew tîma nû bi ser bikeve, dibe ku pirsgirêk derkevin. Yên dîn di nava wan de hene."

"Mirineke li ser pêyan ji jiyaneke li ser çokan baştir e"

Endezyarê elektrîkê Konstantîn Sîdorov metirsiya xwe anî ziman:

"Metirsiya şerê nukleerî heye.

Li wir, li Rojava, bi nêrîna min, tam tênagihêjin ku çi metirsiya vê yekê li ser wan bi xwe heye.

Ew hêvî dikin ku dê careke din me bitewînin û bi xwe li jor bimînin. Tiştekî wiha nabe.

Serokê me eşkere got, cîhaneke bêyî Rûsya ji me re ne lazim e.

Loma mirineke li ser pêyan baştir e, ji jiyaneke li ser çokan."

Di tetbîqatên NATOyê de ji 13 welatan 2 hezar personelên leşkerî û 60 balafirên ku dikarin çekên nukleerî hilgirin beşdar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst