Îstismara zarokan: Li Xê 386 hezar dolar ceza hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) – Bi tohmeta ku di lêpirsîna îstismara zarokan de hevkariya Awistralyayê nekiriye 386 hezar dolar ceza li Xê (Twittera berê) hat birîn.

Li gorî ABC Newsê, Komîsyona Ewlehiya Elektronîk a Awistralyayê rapora xwe ya îstismara zarokan a serê salê parve kir.

Di daxûyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya qanûna sala 2021ê de, Komîsyona Ewlehiya Elektronîk dikare ji kompanyayên înternetê agahiyan bigire.

Li gorî heman qanûnê, eger kompanya hevkariyê nekin jî divê werin cezakirin.

Di raporê de hat eşkerekirin ku di mijara îstismara zarokan de, li ser X, TikTok, Google, Twitch û Discordê lêkolîn hatine kirin.

Di enacama lêkolînan de derketiye holê ku hinekan ji van kompanyayan erkê xwe bi cih neaniye.

Komîsyonê anî ziman ku yek ji van kompanyayan X e û got Xê gelek pirsên di derbarê istismara zarokan de bê bersiv hiştine.

Herwiha ji ber ku Xê di lêpirsînê de hevkariya komîsyonê nekiriye, 386 hezar dolar ceza lê hatiye birîn.

Komîsyonê 28 roj mohlet da kompanyayê û got “Eger ceza neyê dayîn dê rojê 700 hezar dolar li ser cezayê wê zêde bibe.”

Li aliyê din, heman komîsyonê hişyarî da Googleyê jî.