Li Amerîkayê kalekî 71 salî bi kêrê zarokekî 6 salî yê Filistînî kuşt

16-10-2023
RÛDAW
Wêne: Ajans
Wêne: Ajans
Nîşan Amerîka Filistîn Îslamofobî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Plainfield ê eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê, kalekî 71 salî bi kêrê zarokekî Filistînî yê 6 salî kuşt.

Polîs dibêje, kalekî 71 salî, 26 derbên kêrê li zarokekî 6 salî yê Misilman dane û ew kuştiye û dayika zarok jî bi 12 derbên kêrê birîndar kiriye.

Bi gotina polîs, pêwendiya vê tawanê bi şerê Hemas û Îsraîlê re heye.

Li gorî polîs, tohmetbar bi ser zarok û dayika wî de qêriyaye û gotiye, “Hûn Misilman divê bimirin!”

Rêveberê Ofîsa Chikagu ya Pêwendiyên Amerîka û Îslamê Ehmed Rîhab got:

“Vê malbatê xanî ji wî zilamê ku tawan kiriye kirê kiribû. Dema li deriyê wan daye, dayikê derî vekiriye.

Gelekî li deriyê wan dabû. Ti sedemek nebû heta ew gumanê ji tiştekî bikin. Zilam hewl dabû wê bixeniqîne.

Dayika 32 salî navê wê Henan e, kêr lê hatiye dayîn û reviyaye serşokê û telefona 911 kiriye.

Heta hatiye derve, zilam zarok dîtiye û bi kêrê ew kuştiye ku navê wî Wedî û şeş salî bû.”

Hikûmeta Amerîkayê li asta serok hat ser xetê

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de got:

“Ev tawana kirêt a nijadperestiyê li Amerîkayê nayê qebûlkirin û li dijî prensîbên me yên bingehîn e.

Malbata zarokê Filistînî ji bo wê tiştê ku em hemû dixwazin hatiye Amerîkayê daku stargeheke wan ji bo jiyanê, fêrbûn û duakirina di aramiyê de hebe.

Em Amerîkî, divê bi hev re Îslamofobiya û hemû corên kîn û nefretê red bikin.”

Dayika wî zarokî ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û polîs dibêje, jiyana wê ne di metirsiyê de ye.

Encamderê tawanê jî bi sê tohmetan, kuştin, hewldana kuştinê û hilgirtina çekê neyasayî hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst