Li ser sînorê Tirkiyê û Yunanistanê 92 koçber tazî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên sînorî yên Yunanistanê eşkere kir ku wan 92 koçberên tazî li ser sînorên xwe yên bi Tirkiyê re dîtine ku hinek ji wan birîndar bûne. Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê jî got, “Wan ew zilma (Yunanistan) kiriye, hewl dide wisa nîşan bide ku Tirkiyê kiriye.”

Polîsên sînorî yên Yunanistanê roja şemiyê 15ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, wan 92 koçberên tazî li nêzîkî Çemê Evrosê, li xala sînorî ya navbera Yunanistanê û Tirkiyê dîtine ku hemû mêr bûne. Polîsên sînorî yên Yunanistanê diyar kirin ku ew lêkolînê dikin ji bi bizanibin çawa ew koçber, bê cil û berg mane û birîndar bûne.

Rayedarên Yunanî her wiha dibêjin, rayedarên Ajansa Çavdêriya Sînor û Peravên welatên Yekîtiya Ewrupa Frontex, delîl bi dest xistine ku ew koçber bi belemeke biçûk ji Tirkîyê derbasî nav deryaya Yunanistanê bûne.

Wezîrê Penaberan ê Yunanistanê Notis Mitrakhi di Twitterê de got ku reftarên Tirkiyê yên li dijî koçberan "ji bo şaristaniyê şerm e" û Yunanistan li bendê ye ku rayedarên Enqereyê vê mijarê lêkolîn bikin.

Tirkiye: Yunanistanê ev zilm kiriye û hewl dide wisa nîşan bide ku Tirkiyê kiriye

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an li ser Twitterê bersiva Wezîrê Penaberan ê Yunanistanê da û red kir ku Tirkiye li pişt vî karî be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Îsmaîl Çatakli bi tweetekê bersiva wezîrê Yunanî da û got, “Ji ber ku hûn di derbarê Tirkiyê de delîlekî binpêkirina mafên mirovan nabînin, hûn hewl didin ku wêneyê zilma xwe wisa nîşan bidin ku Tirkiyê kiriye! Dema ku hûn ji bo manîpulasyon û sextekariyê derbas dikin ji bo pêkanîna mafên mirovan tevbigerin! Ne zehmet e, hinekî medenî be.”

Di salên 2015 û 2016an de, nêzîkî milyonek koçber ji ber xirabbûna rewşa aborî û şer ji Iraq, Sûriye û Afganistanê bi rêya sînorê Tirkiyê ber bi Yunanistanê û ji wir jî derbasî welatên din ên Ewropayê bûne.