Welatekî din jî firotina çekan bi Tirkiyê rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Kenedayê ragihand, ji ber êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, wan bi awayekî demkî firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestand.

Wezareta Derve ya Kenedayê di daxuyaniyekê de dibêje, ew bi tundî êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, êrîşa Tirkiyê gefan li ser aramiya navçeyê çêdike.

Sala 2018an, Kenedayê bi 116 milyon dolarê Kenedî çek frotiye Tirkiyê.

Berî Kenedayê, welatên Fransa, Almanya, Brîtanya, Spanya, Çek, Norwêc, Fînland, Holland, Îtalya û Swêdê frotina çekan bi Tirkiyê dabûne rawestandin.

Tirkiye bi hinceta şerê li dijî terorê û gefên YPGê û HSDê li ser ewlehiya xwe, ji roja Çarşemî 9ê Cotmeha 2019an ve êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, ku ew êrîş îro derbasî roja heştem bû.

Tirkiye YPGê ku beşa sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk tîne, weke rêxistineke terorîstî bi nav dike, lê belê Amerîka û welatên Ewropayê, herwiha Rûsya jî helwêsta wan di derbarê YPGê de li gel helwêsta Tirkiyê cuda ye.

Herwiha HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bû.