JP Morgan û Ford beşdarî konferansa veberhênanê ya Siûdiyê nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Cîbicîkar ê Banka Amerîkî JP Morgan Ceymi Dimon û Hevserokê Kompanyaya Fordê Bill Ford plana beşdarbûna Konferansa Veberhênanê ya Siûdiyê pûç kirin. Sedem jî ew e ku çarenivîsa rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî nediyar e.

 

Poşmanbûna rêveberên JP Morgan û Kompanyaya Fordê zextê li rêveberên kompanya û navendên aborî yên din ên Amerîkayê wek Goldman Saks, Banka Amerîkayê û Master Kart dike daku ew jî bi heman awayî beşdarî konferansa veberhênanê ya Siûdiyê nebin.


Rojnamevanê Siûdî û niştecihê Amerîkayê Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmehê piştî diçe konsolxaneya wî welatî ya Stenbolê êdî wenda dibe û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.


Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha dabû xuyakirin, ku wî bi Şah Selman Şahê Erebistana Siûdiyê re axiviye û Şah Selman jê re gotiye, ku wan ti agahî li ser rojnamevan Cemal Xaşiqcî nîne.


Konferansa Veberhênanê ya Siûdiyê salane tê sazkirin û biryar e îsal roja 23ê Cotmehê bê sazkirin û hertim rêveberên kompanyayên mezin ên cîhanê beşdar bûne.