Jeffrey serdana Siûdiye, Qeter û Tirkiyê dike

16-10-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka James Jeffrey Siûdî Qeter Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey, bi armanca gotûbêjkirina rewşa dawî ya Sûriyê serdana Qeter, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê dike.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Jeffrey 15-25ê Cotmehê serdana Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê dike û ligel rayedarên wan welatan rewşa Sûriyê gotûbêj dikin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Jeffrey di serdana xwe ya Tirkiyê de ligel berpirsên hikûmetê, serkirdeyên opozisyona Sûriyê û herwiha grûpên civaka sivîl jî dicive. Tê gotin ku Jeffrey di civîn û hevdîtinên xwe de wê tekezê li ser çareseriyeke siyasî bo Sûriyê bike li gor Biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Jeffrey di hevdîtinên xwe yên Erebistana Siûdiyê de jî dê li ser wê yekê raweste ku eger êrîşeke leşkerî bo ser Idlibê were kirin dê rewşê aloztir bike û herwiha jiyana sivîlan jî bikeve metirsiyê.

 

James Jeffrey, ku 17ê Tebaxê dest bi karê xwe yê nû kiribû 1-4ê Îlonê serdana Îsraîl, Urdin û Tirkiyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst