Rûsya: Pêwist e rêz li maf û daxwazên kurdan bigrin

16-10-2017
RÛDAW
Nîşan Rûsya Kurdistan Kerkûk Iraq
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Serokê Rûsyayê ragihand, ku Moskow dixwaze nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rê û rêbazên siyasî û diplomatîk, li ser hîmê yekîtiya Iraqê werin çareserkirin. Herwiha berjewendî û mafên kurdan jî li ber çav were girtin.

 

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokê Rûsyayê Dîmîtrî Peskov îro duşemê 16/10/2017 di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Em piştgirî didin çareserkirina hemû kêşeyên Iraqê, herwiha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Divê pirsgirêk bi rê û rêbazên siyasî û diplomatîk, li ser hîmê yekîtiya Iraqê werin çareserkirin. Di heman demê de divê rêz li hember mafên rewa û berjewendiyên kurdan re were girtin.”

 

Peskov ragihand: “Rûsya parêzvaniya peywendiyên xwe yên li gel Bexdayê digre. Peywendiyên me yên berfireh ên aborî û bazirganî li gel Bexdayê hene, kompanyayên rûs li wî welatî gelek astan de kar dikin.”

 

Dîmîtrî Peskov herwiha got: “Li gel kurdên Iraqê peywendiyên me yên dîrokî û biratî hene. Moskow parêzgariyê li peywendiyên herdu aliyan jî dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst