Partiya almanî ya CDU çekdayîna PKKê anî rojevê

16-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Düsseldorf (Rûdaw) - Serokê fraksiyona partiya desthilatdar a CDU, partiya serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Volker Kauder yekemîn car çekdayîna PKKê ji bo şerê li dijî DAIŞê anî rojevê. Heta niha mijara şandina çekan bo PKKê hertim bi têbîniya ku PKK li Almanyayê qedexe ye, dihate rawestandin.

Volker Kauder, ku kesekî gellekî nêzîkî serokwezîra Almanyayê Angela Merkel e, ji malpera almanî ya SPIEGEL ONLINE re axivî û diyar kir ku Almanya her tiştê ku ji destê wê tê û ji wê tê xwestin dike: “Ev jî arîkariya mirovî ye ji bo bakurê Iraqê û şandina çekan ji bo Kurdan, herwiha perwerdeya wan li ser çekan jî.“

Li ser pirsa ku çek tenê ji pêşmergeyan re tên şandin, lê komên din yên weke PKKê jî li dijî DAIŞê şer dikin, ma divê arîkariya PKKê jî neyê kirin, Kauder got:

“Ez dizanim ku çi pirsgirêkên Tirkiyê ligel PKKê hene, lê dema em tenê lê binêrin ku çawa Dewleta Îslamî (DAIŞ) bajarên giring yên li ser sînor dagîr dike û bêtir û bêtir bibe metirsiyek li ser ewlekariya li seranserê dinyayê, nabe ku çareserî ev be. Ez arîkariya ji bo komên din red nakim. Lê ev li dijî Tirkiyê pêk nayê, tenê ligel wê. Ev ji bo arîkariya PKKê jî derbasdar e.“

Li ser têbîniya ku PKK li Ewropayê weke rêxistineke terorê tê hejmartin, Kauder got ku divê hemû alî, Tirkiye jî di nav de, divê pêvajoya çareseriyê bidomînin: “Qezenca vê yekê wê gellek be. Jixwe metirsiya sereke ev hovên terorîstên Dewleta Îslamî ne.“

Li ser pirsa ku çawa zexta li ser Tirkiyê ji bo hevkariyê dikare bê zêdekirin, Kauder got ku arîkariya ku Tirkiye ji bo penaberan dike cihê destxweşiyê ye û wiha axivî:

“Lê dema Tirkiye wê yekê asteng neke ku di ser sînorê wê re Dewleta Îslamî çek û çekdaran derbasî Sûriyê bike, di heman demê de pêşiya Kurdên ji Kobanî bê girtin ku ji bajêr derkevin, ku cihên PKKê bêyî haydarkirinê bên bombebarankirin, ev nayê qebûlkirin. Li ser vê yekê divê em bi hevpeymanên xwe yên di nava NATOyê de bi ciddî biaxivin.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst