Bi sedan Kurdên Ewropayê tevlî refên Pêşmerge yan YPGê dibin

Kopenhag (Rûdaw) – Hinek Kurd li welatên Ewropa û Rojava di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de tevlî refên Pêşmergeyan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn. Li gorî kanala Fransî ya France24, “bi sedan Kurdên Ewropayê” bûne Pêşmerge.

Husên Mihemed li Elmanyayê karê mûzikê berda, malbata xwe di cîh de hişt û bû Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê. Loqman Hesen jî biryar da vegere Başûrê Kurdistanê û bibe Pêşmerge.

Loqman li ser vê yekê ji France24ê re wiha dibêje: “DAIŞê êrişî xûşk û birayên me dikir û xwest welatê me bigire ji ber vê em mecbûr man vegerin û welatê xwe biparêzin, tevî ku em zanin ku dibe bihayê xwe jiyana me be.”

Him Husên, him Loqman di salên 1990an de di refên Pêşmerge de dijî şerê Seddam Husên cih girtin.

Susanne Guven, seroka Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê dide zanîn ku nêzikî 200 Kurdên Swêdê çûne Başûrê Kurdistanê da ku di warê dermankirin û tiştên de alîkariyê bidin pêşmergeyan, hinek ji wan jî çûn bûn pêşmerge.

Di meha Tebaxê de rojnameya Norwêcî ya bi navê VG nivîsî ku “çendîn Kurdên Norwêcê” jî di eniya şer de ne li dijî DAIŞê.

Li Danîmarkayê, nêzikî 10 Kurd jî çûn Başûrê Kurdistanê, da ku li wir tevlî şerê li DAIŞê bibin. Yek ji wan Azad Mehmûd Hamîdê 27 salî ye. Wî wiha dîtinên xwe ji Rûdawê re anîn zimên: “Me pirr fedakarî ji bo welatê xwe kir. Êdî ez nikarim tenê temaşe bikim ku DAIŞ bê û her tiştî xerab bike.”

Hamîd tevlî şerê giran li Celewlayê bû. Çendîn pêşmergeyan li vir jiyana xwe ji dest dan. Gellek ji van naskiriyên Hamîd bûn.

Hamîd wiha axivî: “Ez li welatekî aram wekî Danîmarkayê de mezin bûm. Lê min deqîqeyên herî zehmet li Celewlayê jiya lê ez hîn bi fermî li Danîmarkayê dijîm û di pîzzaxaneyan de kar dikim”.

Şaho Pîranî yê 30 salî jî ji Danîmarkayê çû Başûrê Kurdistanê û di kampekê de perwerdeya leşkerî dît.

Pîranî ji Rûdawê re got: "Eger DAIŞ bi ser keve, emê hertiştî wenda bikin. Wexta Kurd hewceyiya alîkariya min in, ez amade me biçim hewara gelê xwe,”

Niha plana wî ev e ku biçe Kobanê û wî bajar li dijî DAIŞê biparêze: "Ez amade me biçim Rojava. Bo min ferq nake ez ji bo kîjan perçeyê Kurdistanê şer dikim.”

Herwiha Rûdawê li gel du Kurdên Bakurê Kurdistanê axivî, Mihemedê Licê û Sofî Cengî, ku rûniştvanên Danîmarkayê ne, lê çûne Başûrê Kurdistanê û alîkariya Pêşmerge dikin. Licê û Sofî ji salên 1970yan çalakvanên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur in.

Özlem Çekîç, endama parlamentoya Danîmarkayê ku bi xwe Kurd e, got ku “gellek Kurd” ji wê re peyam şandin û gotin ku dixwazin biçin Başûr û Rojavayê Kurdistanê û şerê DAIŞê bikin. Çekîk wiha axivî:

"Ji min re dinivîsin û dipirsin çawa dikarin herin Kobanî û Kurdistana Iraqê bo şerê DAIŞê. Bêguman xwe bêhêz hîs dikin û dixwazin tiştekî bikin.”

Berê çend hefteyan, hat ragihandin ku ciwanê Amerîkî yê bi navê Jordan Matson ji bo li dijî çeteyên DAIŞê şer bike tevlî refên YPGê bûye û navê "Serdar" li xwe kiriye.

Herwiha vê hefteyê hat ragihandin ku sê kesên Hollandî tevlî hêzên Kurd li Iraqê bûne. Li gorî medyaya Hollandî NOS, Dutch Broadcast Foundation. Ew sê mêr endamên kluba moto-sîkletên bi navê “No Surrender” (“Em teslîm nabin”) in. Serokê No Surrender, Klaas Otto teqez kir ku ew çûn bo şerê DAIŞê bikin. Berê çûn Sûriyê û niha li Başûrê Kurdistanê ne.

Zana Kurde, şêwirdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytexta Yekîtiya Ewropayê (YE), Brukselê tevlîbûna Kurdên Ewropayê di nav refên Pêşmerge de teqez kir. Wî ji ber sedemên ewlehiyê nexwest agahiyên zêde bide lê got ku Pêşmergeyên Ewropayê bi karên cuda alîkarî dikin.

Kurde ji Rûdawê re got: "Hinek tevlî şer dibin, hinek jî alîkariya lojîstîk dikin,"

Herkes bi çûyîna wan Kurdên Ewropayê bo şerê DAIŞê kêfxweş nîne.
 

Li Danîmarkayê piraniya partiyan li dijî wê ne. Endamê parlamentoyê Soren Espersen ji Partiya Gel a Danîmarkî got ku nabe Kurdên wî welatî tevlî YPGê bibin, ji ber ku têkiliya wê hêzê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye û PKKê jî di lîsta terorê ya YEê de cih digre.

Espersen ji Rûdawê re got: "Pirsgirêka mezin e eger ciwanên Danîmarkayê bi awayekî yekser yan neyekser tevlî rêxistinekî terorîst dibin”.

Endameke din ya parlamentoya Danîmarkî, Pernille Skipper ji Lîsta Yekîtiyê, ne hevfikir bû û li ser vê yekê ji Rûdawê re wiha got:

“Tiştekî balkêş e ku em wekî siyasetmedar li dijî tevlîbûna xortên Kurd di YPG û PKK de derdikevin, di demekî de ku Danîmarka bi xwe li dijî DAIŞê şer dike".

Hikûmeta Danîmarkayê beriya çend hefteyan bo lêdana DAIŞê, heft firokeyên şerker yên F16 digel 250 şêwirdarên leşkerî şandibû Iraqê.

Parêzer Frederîk Harhoff, ku di Dadgeha Navnetewî bo Yugoslavyaya berê de dadwer bû, ji Rûdawê re got ku li derveyî welat şerkirin ne qedexe ye heta ku qanûnên şer neyên binpêkirin û wiha axivî:

”Lê ji ber ku PKKê di lîsteya terorê de cih digire, yên ku ji bo PKKê şer dikin û vedigerin Ewropayê, dikarin bi pirsgirêkên hiqûqî re rû bi rû bên”.