Hewlêr (Rûdaw) - Demeke kin beriya erdheja li Mexribê, ronahiyên xerîb li ezmên dihatin dîtin û piştre erd hejiya
Ronahiyên beriya erhejê û dema erdhejê di nav pisporen de bûne sedema nakokî û nîqaşan.
Ji bo ku ronahiyên erdhejê bi hûrgulî werin lêkolîn kirin, pewîst e ku erdhejan baştir pêşbînî bikin.
Lê belê, ev di şert û mercên îroyîn de hema hema ne mimkûn e.
Texmînek jî heye ku berî erdhejê ronahî bi tesadufî hatine dîtin û pêwendiyeke wê ya rasteqîn tune.
Li gorî lêkolîneke sala 2014an, 65 rapor hene ku roniyên beriya erdhejê hatine dîtin.
Ev rapor di navbera sedsalên 18-20an de hatine tomarkirin.
Ronî dibe, piştre jî erd diheje
Di danasînên ronahiyê de gelek cûdahî hene. Çi ew li ezmên bilind bin an nizm bin, kurt mîna birûskê dibiriqin an jî bi deqîqeyan li hewayê diherikin, xuya ye tiştekî tekez li ber dest nîne.
Bêyî ku bahoz çêbibe bi şewq ronî dibe, paşê jî erd diheje.
Beriya erdheja bi xof a li Mexribê ku nêzikî 3000 kesan tê de canê xwe ji dest da, kamerayan roniyên nepenî yên li ezman girtin.
Tiştê nepenî ew e ku bûyerên bi vî rengî di gelek erdhejên berê de jî qewimîne.
Raporên di derbarê vê mijarê de vedigerin bi sedsalan berê heta Yunanistana kevnar.
"Ev diyarde bê guman rast e"
Jeofizîknas John Derr li ser roniyên erdhejê nivîskarê çend gotarên zanistî ye.
John Derr ji televîzyona Amerîkî CNNê re got: "Ev diyarde bê guman rast e."
Mamosteya Zanîngeha Dewletê ya North Carolinayê Fîzîknas Karen Danielsê ji New York Timesê re got:
“Mirovan her dem ev diyarde meraq kiriye. Ew yek ji wan sirên domdar e ku her gav li wir e û qet bi tevahî nehatiye ravekirin.”
Ronahî bi gelemperî demeke kurt beriya erdhejê an jî di dema erdhejê de xuya dike.
“Dikarin di formên cihêreng de xuya bikin”
Jeofîzîknas John Derr sala 2019an di "Ansîklopediya Jeofîzîkên Erda Hişk" de li ser roniyên erdhejê diyar kir ku ew dikarin di formên cihêreng de xuya bikin.
Li gorî vê yekê, carinan ew mîna birûskên asayî, di rewşên din de mîna bandeke geş, wekî ronahiyên cemserî xuya bikin.
Di erdhejên 5,0 pile û jor de ronahî derdikeve
Li gel ekîba xwe ya lêkolîneran, Derr dît ku di ji sedî 80yê bûyeran de ronî di dema erdhejên ku lerza wan ji 5,0 pileyan mezintir de çêdibin.
Li gorî lêkolînê di gelek erdhejan de, rohanî demeke kin beriya erdhejê an jî di dema erdhejê de hatiye dîtin.
Mirov dikare 600km dûrî navenda erdhejê ronahiyê bibîne
Herwiha di lêkolîna Derr de hat destnîşankirin ku mirov dikare wê ronahiyê heta 600 kîlometre dûrî navenda erdhejê jî bibîne.
Agahiyên pêbawer ên li ser ku çawa ew rohanî çêdibin nînin.
Friedemann Freund, yek ji xebatkarên Derr, guman dike ku li pişt vê bûyerê reaksiyoneke mekanîkî hebe.
Li gorî teoriya Freund, hin krîstalên zinaran dema ku yekser ji hev diqetin, elektrîkê çêdikin. Ev mîna vekirina bataryayê û çekirina elektrîkê ye.
Lê belê, pisporên din ji vê yekê bi guman in û çend teoriyên din hene.
Karen Daniel difikire ku eleqeya ronahiyê hema hema bi bûyerên tektonîkî re qet nîne.
Danielsê got, “Tiştên ku em jê fam dikin piştgiriyê didin me û tiştên ku em jê fam nakin jî me ditirsînin.
Ez difikirim ku ew yek ji sedeman e ku çima em ewqas ecêbmayiyê vê diyardeyê ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse