Li Swîsreyê li ser rewşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê konferansek hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Roja înê li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreya Swîsreyê konferansek li ser rewşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

Li ser hûrgiliyên konferansê, siyasetmedarê navdarê Kurd ê li Swîsreyê û yek ji organîzatorên konferansê Teymûr Elyasî mêvanê bernameya Rûdawê Diasporayê bû.

Teymûr Elyasî diyar kir ku konferans taybet bi rewşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Siyasetmedar Kurd Teymûr Elyasî got:

“Di konferansa ku ji aliyê Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatibû organîzekirin de, ji bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çendîn çalakvan beşdar bûn.

Herwiha ji 20 welatên Amerîka û Ewropayê çalakvan beşdar bûn.”

Komîteya Şopandina Rastiyên Xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî konferansê bû.

“Divê tawanbar bên cezakirin”

Yek ji organîzatorên konferansê Teymûr Elîasî li ser wê got:

“Komîteyê diyar kir ku li dijî xwepêşanderan tawanên li dijî mirovahiyê hatine kirin û xwest ku ew tawanbar bên cezakirin.”

Teymûr Elyasî ragihand ku konferans ji bo salvegera kuştina Jîna Emîniyê hate lidarxistin.

Konferansên li ser Mafên Mirovan û Rewşa Jinan salê 3 caran ji aliyê Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve têne organîzekirin û her carê li ser herêmekê an jî welatekî tê kirin.