Polîsê Alman heqaretê li jineke Sûrî kir

16-09-2022
RÛDAW
Polîsê Alman heqaretê li jineke Sûrî kir
Polîsê Alman heqaretê li jineke Sûrî kir
Nîşan Berlîn Polîsê Alman Koçberên Sûrî Heqaret
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) - Li bajarê Berlînê ya Almanyayê ji ber ku 750 Euro ceza li ser koçberekî Sûrî hebû, polîsê Alman bi ser mala wî de digre, lê dixe û heqaretê li wan dike. Niha jî bi gumana heqareta li dijî biyaniyan derbarê polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî polîsê Berlînê roja Îna borî di 09ê Îlona 2022an de serê sibê li herêma Lichtenberg a Berlînê, polîsab bi ser malbateke Sûrî de digre ji ber ku derbarê zilamê malê yê 30 salî de ji ber `sextekariyê` 750 Euro deynê wî hebûye.

Piştî ku videoyê operasyona polîsan a serdegirtina malê li ser înternetê hat weşandin, bi tohmeta "heqareta biyaniyan" li dijî efserekî lêpirsîna sûcê hatiye destpêkirin.

Polîsan roja Sêşemê got ku ku zilam li hember polîsan li ber xwe daye, ji ber vê yekê destê wî hatiye kelepçekirin, dema ku hevjina wî hewl daye mêrê xwe azad bike ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin.

Herwiha hat ragihandin piştî ku rewş aram bû, diviyabû kesê tehdîdkar bihata girtin û dikare biryara girtinê ya heyî bi dayîna 750 Euro ya berdest çareser bike.

Ev bûyer li Almanyayê bû sedema bertekan. Siyasetmedarê Partiya Çep Ferat Koçak vîdeoyê li ser torên civakî parve kiriye û ku tevahiya pêvajoya operasyonê nîşan nade, ev rewş tê dîtin. Di vîdeoyê de jin diqîre, di navberê de zarokek digirî. Zilamê ku tê girêdan, ewil li erdê dirêj dikin, pişt re li ser nivînan didin rûniştandin.

Dema ku jin ji polîs daxwaz dike ku derkeve ("ev mala min e"), polîs bersiv dide: "Ev der welatê min e û hûn li vir mêvan in."

Di videoyê de tê xuyakiri rewş her ku diçe zêde dibe. Dema koçberê Sûrî yê 30 salî dibihîze ku polîs ji jina wî re dibêje "devê xwe bigre" bi devkî mudaxale dike û got "Bi jina min re wiha neaxive."

Dûvre polîs bi tiliya nîşanê radike û dibêje “Divê jina te wisa bi min re neaxive. Hûn li welatê me ne, divê hûn li gorî qanûnên me tevbigerin.”

Tevahiya axaftina videoyê peyv bi peyv:

Polîsê yekem “Derkeve!”

Jina Sûrî “Dernakevim. Ev der mala min e.”

Polîsê yekem “Ev der welatê min e û hûn li vir mêvan in.”

Zilamê Sûrî “ Ev der welatê te ye? Ev der welatê te ye? Ev der mala min e.”

Jina Sûrî “Lêxistin heye.”

Polîsê duyem “Li vir lêxistin tine. Me wî danî erdê.”

Polîsê yekem “Devê xwe bigre, eger careke din destê te bi min bibe, ez dê te bavêm girtîgehê.”

Zilamê Sûrî “Bi jina min re wiha neaxive. Bi jina min re wiha neaxive.”

Polîsê yekem “Nabe ku jina te wisa bi min re biaxive. Hûn li welatê me ne, divê hûn li gorî qanûnên me tevbigerin.”

Jina Sûrî “Ev der welatê we ye, Lê em...”

Polîsê yekem “Tu, wisa bi min de neqîre û careke din dest nede min. Ez dê te bibim girtîgehê.”

Rexneyên mezin li dijî polîsan

Li parvekirina videoyê li ser torên civakî li Almanyayê ji aliyê gelek kesan ve ev bûyer ratî bertekan hat.

Siyasetmedarê partiya keskan Ozcan Mutlu got “ Di bin sor-kesk-sor de encamên wê hene? Ma ev ne mijara Komîteya Karûbarên Navxweyî ye?

Siyasetmedarê SPDê Orkan Ozdemîr ji bo polîsan dibêje “Divê dîsa polîs careke din ji akademiya polîsan derbas bibe. Xuyaye ji perwerdeya xwe gelek tişt ji bîr kiriye. Bê gotin.”

Serokê Sendîkaya Polîsê Berlînê Bodo Pfalzgraf wiha anî ziman “Video tevahiya operasyonê nîşan nade.”

Li aliyê din Polîsê Berlînê roja Çarşemê li ser Twitterê bersiv da û tê de ragihand ku li gorî vê yekê rayedar yekser sewqî buroyê kirinr.

Di daxuyaniy xwe de wiha dibêje “Em li dijî her cure tevgerên cudaxwaz û dijmirovî radiwestin. Hevkarên me din lêpirsîna edlî de ne. Ew yekser sewqî buroyê kirin. Encamên qanûnî yên din dê bên şopandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst