Li Brûksel û Hambûrgê mîtîngên piştgiriya serxwebûnê

Brûksel (Rûdaw) – Îro Şemî16-9-2017, danê êvarî li paytexta Belçîka Brûkselê û bajarê Hambûrga Almanyayê ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê mîtîng tên sazkirin.


Peyamnêra Rûdawê li Brûkselê Ala Şalî ragihand: “Mîtînga li Brûkselê dê li Qada Şoman were sazkirin. Ev qad yek jî mezintirîn qada Belçîkayê ye û herwiha baregaha Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û ofîsa Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini jî li vî bajarî ye.”


Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dê ji bo piştgiriya giştpirsiyê di mîtîngê de made bin.


Peyamnêra me got: “Ji ber ku cihê mîtîngê li nêzîkî dezgehên giring ên Yekîtiya Ewropayê ye, dê ev karnaval jî mîna karnavalên Brûkselê giring be, çimkî dê peyama xwe raste rast bigihîne 28 welat3en Ewropayê.”


Ji bo beşdarbûna mîtîngê ji gelek aliyan kurdan berê xwe dane Brûkselê. Çalakî dê bi sirûda Ey Raqîb dest pê bike, paşî komîteya amadekarên mîtîngê dê gotarekî pêşkeş bike. Herwiha dê hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî di ahengê de stranan bêjin.


Ala Kurdistanê dê li Hambûrgê bilind bibe


Ji bilî mîtînga Brûkselê, dê li bajarê Almanyayê Hambûrgê jî îro mîtîngeke mezin ji bo piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê were sazkirin.

 

Mîtînga Hambûrgê dê li gorî dema Kurdistanê demjimêr 15.00ê de dest pê bike. 

 

Peyamnêrê Rûdawê li Hambûrgê Zinar Şîno ragihand: “Li bakûrê Almanyayê çend bajarekî mezin hene, ku hejmareke zêde ya kurdan lê dijîn. Hambûrg jî yek ji wan bajaran e. Tê pêşbînîkirin mîtînga îro mezin be û hinek siyasetmedar jî beşdar bin.”