Îspanya: Referandumên Kurdistan û Katalonyayê ne yasayî ne

Navenda Nûçeyan - Wezareta Derve ya Îspanyayê ragihand ku hikûmeta welatê wî li hemberî amadekariyên giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê dilgiran e.


Wezareta Derve ya Îspanyayê ragihand, ew di wê bawerê de ne ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê neyasayî ye û li gorî destûra sala 2005an a Iraqê nîne û radigihîne jî ku niha tenê divê hemû hêzên Iraqê bala xwe bidin ser şerê dijî Daîşê ku berjewendiya hemû aliyên Iraqî di wê yekê de ye.


Herwiha di daxûyaniya Wezareta Derve ya Îspanya de hatiye gotin ku ew bi temamî li gel Iraqeke yekparçe, demokrat û hêminin û hemû pirsgirêkên navxwe jî bi rêka diyalogê bêne çareserkirin.


Ev nerazîbûn û berteka hikûmeta Îspanya li hemberî giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê di demekê de ye ku wê roja 1ê Cotmeta îsal, ango 6 rojan piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, li herêma Katelonya yê li wî welatî jî giştpirsiya serxwebûnê birêve biçe û xelkê wê navçeyê jî daxwaza serxwebûnê dike.


Hikûmeta navendî ya îspanî li Madrîdê vê daxwaza herêma Katolonyayê rewa nabîne û li dijî makezagona Îspanyayê dibîne.