YÛNANÎSTAN – Penaberên kurd nexweşiyên laşî û derûnî digrin

16-09-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Yûnanîstan Rojavayê Kurdistanê Penaber
A+ A-

Yûnanîstan (Rûdaw) – Jiyana bi mehan a di bin çadirên kampan de jiyana penaberên kurd dixe metirsiyê.  

 

Ji ber nebaşbûna cihê kampan li Yûnanîstanê, gelek curên nexweşiyên laşî û derûnî di nava penaberên kurd de belav dibin.

 

Piraniya penaberên li li van kampan zarok û jinên ji Rojavayê Kurdistanê ne û ew jî dibêjin, “Ti kes ji bo çareseriyê serdana me nakin.”

 

Penaberek dibêje, “Bila em di tekerên ser deryayê debimirana, bila bombe bi ser me de barîba lê em ne di nava vê jiyanê de bana. Heft mehên me li vir bûne weke heft salan. Rewşa me ya derûnî xirabûye.

 

Koçberên kurd ên li Yûnanîstanê xwediyê serpêhatiyên tehl û bi êş in. Ew niha ji bo rizgfarbûna ji vê rewşê, li benda mûcîzeyekê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst