Bi sedan koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Mecaristanê asê mane

 

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hezaran penaber û koçberên kurd û biyanî li ser sînorê Sirbistan û Mecaristanê asê mane. Koçberên kurd ku piranî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, dibêjin, em mirov in û ti xirabiya me nagihîje wan bila derî li me vekin.

Ev çend roj in Mecaristan û Sirbistanê sînorên xwe bi ser koçber û penaberên ku dixwazin derbasî Almanya û welatên rojavayê Ewropayê bibin, girtine ji ber wê jî bi hezaran penaber li ser sînor asê mane.

Beşek ji wan koçberên ku li ser sînorê Sirbistan û Mecaristanê asê mane, kurd û xellkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Xortekî xelkê Qamişlo ji Rûdawê re got, sê-çar roj in em li vir in û sînor girtine. Li bajarê me şer heye emê kuda herin ma. Em mirov in ma çi xirabiya me dê bigihîje wan. Bila derî li me vekin.

Xortekî din ê Rojavayê Kurdistanê jî got, bila ti kes neyê. Bila li vî halê me binêrin û nehên, em şepirze bûne…