Konferansa Kurdên Qefkasyayê: Nasname di bin xetera windabûnê de ye

30 xulek berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Konferansa Kurdên Qafkasyayê Nasname Kurd Ziman
A+ A-

Tiflîs (Rûdaw) – 15 û 16ê Tebaxa 2024an, li Tiflîsa paytexta Gurcistanê bi pêşengiya komele û zanyarên Kurd Konferansa Navneteweyî ya “Kurdên Qefkasyayê: Perspektîfên Neteweyî” hat lidarxistin.

Konferansê bal kişand ser gelek mijarên girîng û di dawiya de daxuyaniya hevpar ragihand.

“Nasname di bin xetera windabûnê de ye”

Konferansê di daxuyaniya hevpar de bal kişand ser metirsiyên li ser nasnameya neteweyî ya Kurdên li derveyî welêt û got:

“Nasnameya neteweyî ya Kurdên li derveyî Kurdistanê ji ber gelek sedemên sûbjektîv û objektîv di bin xetera windabûnê de ye.”

Daxuyaniya hevpar a Konferansa Kurdên Qefkasyayê: Perspektîfên Neteweyî wiha ye:

“Konferansa navneteweyî ya ‘Kurdên Qefkasyayê û Perspektîva Neteweyî’ bi îfadekirina îradeya beşdaran, bi hewldana baştirkirina hevagengiya komeleyên Kurdan ji bo parastin û pêşxistina nasnameya Kurdî, her wiha li ser esasê mijarên herî girîng ên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin û bi têgihîştina ku pêwîstî bi tevgereke lezgîn a bi biryardarî heye, tezên sereke bi daxuyaniyeke hevpar radigihîne.

• Nasnameya neteweyî ya Kurdên li derveyî Kurdistanê ji ber gelek sedemên sûbjektîv û objektîv di bin xetera windabûnê de ye. Em bang li hemû rêxistinên Kurdistanî yên li cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirin û bipêşxistina nasnameya Kurdî li welatên xwe yên fealiyetê bernameyan saz bikin.

• Em bang li rêxistinên Kurdî dikin ku bibin alîkar ji bo avakirina komîsyoneke zanistî ku dê bernameyeke yekgirtî amade bike ji bo hînkirina zimanê Kurdî ji bo Kurdên li derveyî welêt. Her wiha bibin alîkar ji bo damezrandina komeke navneteweyî ya zanyaranvku erkê wan dê bibe amadekirina pirtûkeke yekgirtî ya dersa zimanê Kurdî û di paşerojê de jî alfabeyeke yekgirtî.

• Hemû beşdarên ku ev deklerasyon îmze kiriye, erkê parastina mafên Kurdan, bêyî cudatiya dînî, civakî û medenî, digirin ser xwe. Em pabendbûna xwe bi mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan di civakê de û di nav malbatê de radigihînin û bang li rêxistinên Kurdistanî yên cîhanê dikin ku mafên jinan ji tundiyê biparêzin.

• Em bang li Kurdên Başûrê Qefkasya, Ewropa, Asyaya Navîn û hemû cîhanê dikin ku yekîtiya neteweya Kurdî ya li ser bingehê zimanê Kurdî bi pêş bixin ku xîmê parastina nasnameya Kurdî ya bi hezar salan e. Bav û bapîrên me wekî jêdera netewe û reha çanda Kurdî, ne tenê rabirdûya me ne, ew bingeha dahatûya me ne jî. Loma em bang li her Kurdekî li Kafkasya, Asyaya Navîn û Ewropayê dikin, ji bo parastina nasnameya xwe, paşnavên dîrokî yên bav û bapîran vegerînin, eger ku ew di dema koçberî, zordestî an rewşên din ên neçariyê de winda bûne, an bi zorê hatine guhertin. Parastina ziman, û çand her wiha dijberiya asîmîlasyonê bingeheke sereke ye ji bo parastin û bipêşxistina nasnameya neteweya Kurd a li derveyî Kurdistanê.”

Deklerasyon ji aliyê beşdarên Konferansa Navneteweyî ya Tiflîsê ya "Kurdên Qefkasyayê û Perspektîva Neteweyî" ve hat qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst