Romanowski: Amerîkayê herî kêm nîv milyar dolar alîkarî daye Êzidiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê ragihand ku Amerîkayê herî kêm nîv milyar dolar alîkarî daye Êzidiyan.

Alina Romanowskiyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamak belav kir û behsa alîkariyên ku Amerîkayê danê Kurdên Êzidî kir.

“Amerîkayê herî kêm nîv milyar dolar alîkarî daye”

Romanowskiyê amaje pê kir ku Amerîka dixwaze pêkhateyên dînî û etnîk yên li Îraqê biparêze û got:

“Amerîkayê ji sala 2018an ve herî kêm nîv milyar dolar alîkarî daye da ku Êzidî û kesên din ên ji DAIŞê rizgarbûne biparêzê.

Ev bi armanca xurtkirina pirrengiya dînî û neteweyî, başkirin û jinûveavakirina civakan hatiye kirin.”

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke hovane kir.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li Dihokê bi cih bûn, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî penaber bûn.

Vê komkujiya giran ev amar li pey xwe hiştin.

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin