Gurcistan - Konferansa Kurdên Qefqasyayê tê lidarxistin

10 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Kurdên Qefqasyayê Konferans
A+ A-

Tîflîs (Rûdaw) - Li Tiflîsa paytexta Gurcistanê "Konferansa Kurdên Qefqasyayê-Perspektîvên Neteweyî" tê lidarxistin.

Konferansa Kurdên Qefqasyayê dê 2 rojan berdewam bike.

Komele, dezgehên zanistî û zêdetir ji 100 zanyar, parlamenter, çalakvan û kesayetên navdar ên Kurd, arîşeyên sereke yên Kurdên Qefqasyayê raxistine ser mêzê.

“Ji 16 dewletan beşdar hatine”

Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê Zaza Kalaşova got, “5 komele organîzatorên konferansa îroyî ne. Zêdtirî 100 delege beşdarî vê konferansê dibin.

Ji Ewropa, Asyaya Navîn, Başûr û Bakur bi giştî ji 16 dewletan beşdar hatine.

Li ser ziman, mafên jinan, li ser paşnavên me ku em çawa vegerînin, li ser wan pirsên ku kîjan ji bo me aktuel bin ji bo miletê me yê li Qefqasyayê.

Ev cara yekem e ku konferanseke wisa yê lidarxistin. Ev tiştekî tarîxî û mezin e.

Ez bawer dikim her sal em dê bikaribin konferansên wisa li dar bixin.”

“Pirsa Kurdên Qefqasyayê ne tenê asîmîlasyon e, pirsa axê ye”

Seroka Encumena Akademiya Hemahengiyê Fayza Yunîsê got, “Em wekî Encûmena Hemhengiyê ku Konfederasyona Kurdên Ewropayê ye beşdarî vê konferansê dibin û herwiha me organîzatorên vê konferansê ne.

Dema ku em dibêjin Konfederasyona Kurdên Ewropayê wate em xwe berpirs dibînin ji bo Kurdên me yên li diyasporayê dijîn û bê guman Kurdên me yên Qefqasyayê jî beşek ji wan in.

Ji ber ku li gorî me pirsa Kurdên Qefqasyayê ne tenê pirsa integrasyonê ye, ne tenê pirsa asîmîlasyonê yê, ne tenê pirsa ziman e lê belê pirsa miletê Kurd e, pirsa axê ye, pirsa hiqûqê ye, pirsa maf e.”

Parlamenterê Kurd ê Meclîsa Gurcistanê Îsko Dasinî lidarxistina vê Konferansê wekî pêngaveke pêşîn lê ya sekeftî bi nav kir.

Sosyologê navdar Îsmaîl Beşîkçî jî di axaftina xwe de arîşeyên diyaspoaraya Kurdî û neteweya Kurd bi giştî bi tunebêna dewleta Kurdan ve girê da.

Piraniya panelîstan amaje bi wê yekê kir ku arîşeya asîmlasyonê ne tenê arîşeya Kurdên Qafqasyayê ye.

“Em li ser pirsgirêkên Kurdên Qefqasyayê diaxivin”

Beşdara konferansê ya ji Qazaxistanê û moderator Narîn Nadîrova yê got, “Problemên asîmîlasyonê, problemên çandê, ji bo wê jî ew beşa yekemîn xelas bû.

Di berdewamiyê de dîsa 2-3 beşên din jî hene.

Em bi giştî li ser pirsgirêkên Kurdên Qefqasyayê û ji bo çareseriya wan çi dikarin bikin diaxivin.”

Konferansa 'Kurdên Qefqasyayê ji bo du rojan hatiye plankirin.

Tê payîn ku di rûniştinên din de gotûbêj dê bi giranî li ser riyên çareseriya arîşeyan û perspektîvên neteweyî bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst