Koşka Spî: Brunson bê azadkirin jî bac nayê rakirin

16-08-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sarah Sanders Tirkiye Sizayên aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders ragihand, ku eger Qeşe Brunson were azadkirin jî baca li ser pola û aleminyûma Tirkiyê nayê rakirin û got: "Lê eger Brunson bê azadkirin em dikarin ligel rayedarên Tirk li rakirina cezayan bifikirin."

 

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders di konfranseke rojnamevanî de diyar kir, ku danîna bacê bo ser berhemên Amerîkayê ji aliyê Tirkiyê ve pêngaveke nerast û şaş e û cihê dilgiraniyê ye.

 

Sarah Sanders got: "Ya me pêngaveke bo ewlekariya neteweyî, lê bacên wan bersiveke bo me. Em piştgiriyê nadinê."

 

Sanders herwiha tekez kir, ku eger Qeşe Andrew Brunson were azadkirin jî baca ser pola û aleminyûma Tirkiyê nayê rakirin. Sanders wiha axifî: "Brunson bê azadkirin jî bac her dimîne. Ev mesele cuda ye, bi ewlekariya me ya neteweyî ve girêdayî ye. Lê eger Brunson were azadkirin em dikarin ligel rayedarên Tirk li rakirina cezayan bifikirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst