Financial Times: PKKa “terorîst” niha li dijî terorîstan şer dike!

16-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Financial Times a înglîzî, ragihand ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku navê wê di lîsteya “rêxistinên terorîst” a Amerîkayê de ye niha li kêleka Amerîka li dijî çekdarên DAIŞê li Iraqê şer dike.

Rojnameya Financial Times, îro di raporekê de behsa şerê PKKê û Amerîkayê li dijî DAIŞê li Iraqê kiriye û ragihandiye, ji dema çekdarên DAIŞê êrişî deverên bakurê Iraqê kirine ve heta niha gerîlayên PKKê li dijî wan şer dikin.

Li gorî nûçeyê, gerîlayan gotine piştevaniya Amerîka li hember hêzên Pêşmerge çiqas baş û sûdmend be piştevaniya wan jî bo pêşmergeyan wiqasî girîng e ji ber ku ev yek dibe sedema bilindbûna morala pêşmergeyan di şerê DAIŞê de.

Di raporê de bal bi ser tişteke pir girîng de hatiye kişandin û hatiye gotin, ji aliyekî PKK di nav lîsteya rêxistinên terorîst a Amerîkayê de ji aliyê din jî gerîlayên PKKê li Iraqê li kêleka Amerîkayê şerê DAIŞê dikin.

Li gorî rojnameya brîtanî, kurd mezintirîn netew in ku heta niha dewleta wan tine û bûne çar perçeyan. Di raporê de zêdetir behsa kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê hatiye kirin û wiha hatiye ziman:

“PKK bi salan li dijî Tirkiyeyê şer kir. Tirkiyeyê gellek hewl da heta karî navê PKKê bixe lîsteya terorê ji ber wê jî PKK ji aliyê welatên rojava ve wek rêxistineke terorîstî tê zanîn. Ev di demekî de ku PKK heyama zêdetirî salekê ye tevlî pêvajoya aştiyê ya bi Enqereyê re bûye.”

Di beşek din a rapora Financial Timesê de behsa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn, hatiye kirin û hatiye gotin ku rola YPGê di rizgarkirina kurdên êzîdî li ser çiyayê Şingalê û parastina wan de girîng bûye.

Di raporê de behsa daxwaziyeke berpirsekî PKKê hatiye kirin û hatiye ziman ku wî berpirsî gotiye, bila navê PKKê ji nav lîsteya terorê bê derxistin ji ber ku PKK niha li kêleka Pêşmerge û Amerîka li dijî DAIŞê şer dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst