Li Îtalyayê ji ber germahiya zêde zengilê hişyariya sor hate lêdan

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava vê hefteyê da, li Ewropayê hest bi di germahiyeke zêde tê kirin ku li Îtalyayê zengilê hişyariya sor hatiye lêdan û li hinek navçeyên wê, pileyên germê digihêje 49 pileyan.

Geştyar li rêyekê digerin da ku xwe ji germaya bêzarker a bajarê Roma ya Îtalyayê biparêzin. Vê hefteyê Ewropa yek ji germtirîn hefteyên xwe derbas dike. Li 16 bajarên Îtalyayê zengilê hişyariya sor hatiye lêdan û tê pêşbînîkirin li hinek navçeyan pileya germê bigihe 49 pile.

Welatiyekî Îtalî anî ziman, “Bi rastî ev gelekî nexweş e, em li Romayê fêrî germê bûne lê germaya bi vî awayî na, hest dikim îsal gelekî germtir bûye.”

Welatiyekî din ê Îtalî jî li ser germê got, “Sala bê eger bixwazî werî Îtalyayê, pêşniyar dikim meha Îlonê yan jî destpêka meha Gulanê were, ji ber ku nikarî xwe li ber vê germayê bigirî.”

Li gor amarên fermî sala borî nêzîka 62 hezar kesan li seranserê Ewropayê ji ber pileya germê canê xwe ji dest dane ku nêzîka 18 hezar ji wan li Îtalyayê bûn, li Îspanyayê 11 hezar kes û li Almanyayê jî 8 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor amaran, ji %63ê qurbaniyan jin bûne û temenê piraniya wan jî di ser 65 salî re bûye. Desthilatdarên Îtalyayê hişyarî dane, eger planeke baş nebe, metirsî heye hejmara qurbaniyan heta sala 2030an bigihe 68 hezar kesan û sala 2040an jî bigihe nêzîka 94 hezar kesan di salekê de.

Vê hefteyê, ji xeynî Îtalyayê, tê çaverêkirin ku Îspanya, Fransa, Yunanîstan û Kirwatya di bilindbûna pileya germê de rekoreke nû tomar bikin lê va ye Îtalya ji ber bandorên guherîna keşûhewayê dinale.

Wezîrê Jîngehê yê Îtalyayê Gilberto Pichetto Fratin got, “Îtalya li gor welatên din, guherîna keşûhewayê zêdetir bandor lê kiriye. Bilindbûna pileya germê wate bilindbûna asta deryayê û germbûna erdê, divê çi ji destê me were em bikin daku bigihin armanca xwe di kêmkirina derxistina karbonê de.”

Ajansa Keşnasiyê ya Ewropayê ragihandiye ku meha Hezîranê germtirîn meha Hezîranê bûye li cîhanê were tomarkirin û pileya germê bi giştî ji sedî 0.5 zêde bûye li gor pileya germê di meha Hezîrana salên 1991 û 2020an de.