Biden li ser kuştina Cemal Qaşikçî: Mihemed bin Selman got ku ew bi xwe ne berpirs e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Înê di serdana xwe ya Erebistana Siûdiyê de ragihand, wî bi Şazadeyê Cênişîn Mihemed Bin Selman re behsa mijara kuştina Cemal Qaşikçî kiriye ku Îstixbarata Amerîkayê Mihemed Bin Selman bi kuştina Kaşikçî tohmetbar dikir. Joe Biden got, “Wî got ku ew bi xwe ne berpirs e.”

Roja Înê 15ê Tîrmeha 2022an, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi serdaneke fermî ji Tel Avîvê gihîşte Firokexaneya bajarê Cidde yê Erebistana Siûdiyê. Biden berî du salan soz dabû li ber çavê cîhanê Siûdiyê wiha bi nav bike ku mafên mirovan bin pê dike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de gotarek pêşkeş kir.

Joe Biden li ser pirsa bersiva Şazadeyê Cênişîn li ser nirxandinên we yên derbarê Kaşikçî de çi bûn got, “Wî got ku ew bi xwe ne berpirs e. Min wiha da xuyakirin ku gumanên min li ser wî hene. Wî got ew bi xwe ne berpirs e, herwiha got ku gavên pêwîst dijî wan kesên berpirs avêtine. Piştre min di axaftina xwe de behsa kiryarên dijî opozisyona rêveberiya Siûdiyê kir û ew wek binpêkirina mafên mirovan bi nav kir.”

Joe Biden her wiha di bersiva pirsa, me ji hevjîna Cemal Qaşikçî bihîst ku piştî vê serdanê xwîna qurbaniyê bê bi destê we ye, tu bo vê çi dibêjî, anî ziman, “Cihê mixabiniyê ye li cem min gava hestên wê wiha bin. Wê çaxê jî ez zelal bûm. Îro jî zelal im. Ev civînek bû, ez nehatim vir da ku bi Şazadeyê Cênişîn re bicivim. Ez hatim da ku ligel Encûmena Alîkariya Kendavê û 9 welatan bicivim, behsa ewlekarî û pêdiviyên cîhana azad bikim, bi taybetî jî Amerîka, ji bo ti valahiyeke ewlekariyê li vê derê çênebe wek li cihên din ên cîhanê.”

Biden derbarê pirsa, gelek karvedan hebûn li ser silava te ya bi kulma dest ligel Şazadeyê Cênişîn. Herwiha çawa hûn dikarin piştrast bin ku careke din tawanekî wek ê Cemal Kaşikçî çê nebe? anî ziman, “Ji bo Xwedê. Ev pirsyareke bêserûber e. Çawa ezê piştrast bim li ser tiştekî wiha? Berê min bi zelalî gotiye, eger tiştekî wiha careke din dubare bibe, ew dê heman  bersivê ji me bibînin û bêhtir jî. Binêre, te berî niha bihîstiye min çi gotiye, dema ez rexneyan li serokê Çînê Xi Jinping digirim ji ber bikaranîna koleyan, herwiha li ser tiştên ku ew li çiyayên rojavayê Çînê dikin, wî got ti mafê min nîne ez rexneyan li Çînê bigirim. Min got, binêre, ez Serokê Amerîkayê me, eger Serokê Amerîkayê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan bê deng bimîne, ev bi temamî dijî hebûn, raman û baweriya me ne. Lewra ez bê deng namînim. Ez ê çawa bikaribim pêşbîniya tiştekî bikim li her devereke cîhanê çê bibe. Ez nizanim çima hûn ji karvedanên min şok bûn. We ji xwe ne pirsî gelo ez bi mebest van tiştan dibêjim an na. Pirsyar ew e, hinek caran ez her tiştî bi mebest dibêjim.”