Firokeyên şer ên Îsraîlê li baregehên Hemasê xistin

16-07-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Hemas Xezze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku firokeyên şer ên Îsraîlê li Kampa En-Nuseyrat a li başûrrojava û navenda Xezeyê li 2 noqteyên Hemasê xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku firokeyên şer kargeha mûşekan a Hemasê û 2 nuqteyên cuda yên ku çek lê tên çêkirin kirine armanc.

Îsraîlê diyar kir ku êrîş li dijî mûşekên ku bi şev ji Xezzeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku kargeha mûşekan a ku hat armanckirin di nav kargehên mûşekan ên li Xezeyê de herî mezin e.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê li herêmê dengên teqînên dijwar hatin bihîstin, li ser kuştî an jî birîndaran de agahî nehat dayîn.

Artêşa Îsraîlê beriya niha ragihandibû ku yek ji 2 mûşekên ku ji Xezzeyê ber bi bajarê Aşkelon a li başûr hatine avêtin, ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Iron Dome ve hatiye têkşikandin û ya din jî li zeviyeke li nêzikî Aşkelonê ketiye xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst