Lehiyê li Kurdên Krasnodarê da

16-07-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Lehî nîvê şevê rabû, ku şêniyên gundê Pyatîgorskê hemû di xew de bûne
Lehî nîvê şevê rabû, ku şêniyên gundê Pyatîgorskê hemû di xew de bûne
Nîşan Krasnodar Pyatîgorsk Goryaçiy Klyuçê
A+ A-

Rûsya (Rûdaw) - Kurdên Krasnodarê ku di  heyama 100 salên dawî de 3 caran penaber bûne, vê carê jî tûşî karesata sirûştî hatin û lehiyê ziyaneke mezin a maddî gihand Kurd.

Nêzikî 100 mal tenê li gundê Pyatîgorskê ya Goryaşî Klyuçê ya Herêma Krasnodarê ketine ber lehiyê. Li gundê Pyatîgorskê 80 malên Kurdan hene û 10 ji wan ber lehiyê de çûne. Şêniyên Kurd ji tevaya pêdiviyên jiyanê bê par mane.

Di necama rabûna lehiyê de li herêma Krasnodarê bi giştî 8 kes jiyana xwe jidest dane, 220 mal ber lehiyê ketine. Li Gundê Pyatîgorskê 10 malên Kurdan jî bi tevayî xerab bûne.

Hikumet hêj ziyana encamên lehîyê dijmêre û dest bi jinûveavakirina jêrxaneyan kiriye.

Lehî nîvê şevê rabû, ku şêniyên gundê Pyatîgorskê hemû di xew de bûne û dema ku pê hesiyane, av êdî ketibû nava malan.

Gundî tenê karîbûne ku canê xwe xelas bikin û di nava Kurdan de ziyanên canî tune ne.

Ziyanê herî mezin li mala Serokê Diyasporaya Kurdên Goryaçiy Klyuçê, endamê Federasyona Navneteweyî ya Diasporaya Kurdan (FNDK) Mehmedê Hemîd Amîrov ketiye.

Mehmedê Hemîd di peywendiya telefonî de ji Rûdawê re ragihand, ku gundê Pyatîgorskê vê gavê mîna piştî tsunamîyê ye.

Mehmedê Hemîd dibêje, “Gund bi giştî 300 mal in û 80 mal ji wan Kurd in. Lehî nêzî 100 malan bi tevayî biriye  ku  10 ji wan malên Kurdan in. Ji mala me kevçikek jî ne maye. Kesên ku mala wan ber lehiyê de çûne, vê gavê li mala cîranan dimînin. Li benda alîkariya hikumet û xêrxwazan in.”

Rêxistina sereke ya diyasporaya Kurdan Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurd bangawazî li hemû Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê kir, ku alîkarî li şêniyên Kurd ên gundê Pyatîgorskê bikin.

Hejmara Kurdan li herêma Krasnodarê dora 20 hezar tê hejmartin. Ew hemû piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, ji komarên Ermenistan û Azerbaycanê weke penaber koç kiribûn Asya Navîn û paşê jî hatine başûrê Rûsyayê û li gund û bajarên herêma Krasnodarê bicih bûne.

Kal û bavên piraniya wan jî beriya nêzî 100 salan piştî şoreşa Şêx Seîd û hilweşîna Komara Araratê ji herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê pena biribûn Rûsyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst