Îtalyayê 12 sal zîndan li Mela Kirêkar birî

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehekê li Îtalya, 12 sal zîndan bi ser damezrênerê Ensar el Îslam û rêberê berê yê wê tevgera tundrew, Mela Kirêkar de sepand. Polîsê Norwêjê jî hatiye haydarkirin ku wî desteser bike.

 

Medyaya Îtalyayê ragihandiye, Necmedîn Ferec Ehmed naskirî bi Mela Kirêkar duh Duşemî 15ê Tîrmeha 2019an li dadgeha Bolzono hatiye dadgehîkirin.

 

Li gor agahiyan, Mela Kirêkar li dadgehê bi tohmeta plandanîna jibo kiryarên terorîstî hatiye dadgehîkirin û cezayên 12 sal zîndan bi ser wî de hatiye sepandin.

 

Parêzarê Mela Kirêkar, Brynjar Meling ragihandiye, ew dê îtîrazê li biryara dadgeha Îtalyayê bikin, çimku bi gotina wî rê bi Mela Kirêkar nehatiye dan, ti belgeyekî ji bo parastina xwe pêşkêşî dadgehê bike.

 

Brynjar Meling herwiha gotiye, heta rê bi Mela Kirêkar nehatiye dank u bi parêzerê xwe re jî biaxive.

 

Li gor zanyariyan, polîsê Norwêjê hatiye agahdarkirin, daku Mela Kirêkar desteser bike, lê belê heya niha nayê zanîn ku dê radestî Îtalyayê tê kirin an na.

 

Mela Kirêkar dema çend salan e ku weke penaber li Norwêjê dijî û heya niha çend caran hatiye dadgehîkirin.