OZBEKISTAN - Çîroka du hevjînên Kurd ku zarokên Pêşmergeyên Mele Mistefa Barzanî ne

16-06-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Çîroka jin û mêrekî Kurd ên niştecihên Ozbekistanê
Çîroka jin û mêrekî Kurd ên niştecihên Ozbekistanê
Nîşan Ozbekistan Taşkent Pêşmerge Mele Mistefa Barzanî
A+ A-

Taşkent (Rûdaw) - Diyaspora çîrokeke balkêş ji nav dehan çîrokên ku di nav Kurdên Sovyeta berê de hene û hîn nehatine vegotin, ji we re vedibêje.

Dema Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî û Pêşmergeyên xwe çûn Yekîtiya Sovyetê.

Li wir li ser welatên cuda hatin belavkirin. Beşek ji wan ketin Ozbekistanê. Piştî nêzîkî 80 salî, jin û mêrek li wir çîroka xwe ya balkêş vedibêjin.

Yek ji wan kurê Pêşmergeyekî Mehabadê ye û yê din jî yê Pêşmergeyekî Barzanî ye.

Li diysporayê ne, lê dilê wan ji bo Kurdistanê lêdixe.

Mehmûd û Hediye du hevjînên Kurd in û li Taşkenta paytexta Ozbekistanê ne.

Her du jî zarên pêşmergeyekî Mela Mistefa Barzanî ne.

Bavê Mehmûd,  Rehman Mehmûd Ehmed xelkê Mahabadê bû.

Bavê Hediye,  Babekir Mihemed Zubeyr ji deverê Barzanê bû.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê, sala 1947an her du li gel 499 Pêşmergeyan, bi serokatiya Mistefa Barzanî derbasî axa Yekîtiya Sovyetê dibin û sala 1948an jî wan vediguhêzin Ozbekistanê û li herêma Namanganê bi cih dikin.

Kurê Pêşmerge Mehmûd Rehman got:

“Li Namanganê wan dest bi perwedeya zimanê Rûsî kir. Sala 1954an bavê min bi dayika min Refîqa Usmanova re hevdû nas dikin û dizewicin.

Sala 1955an xwişka min Saşa jidayik dibe. Paşê sala 1958an Mistefa Barzanî radigihîne ku em dê vegerin welêt.

Wê demê li bajarokê Vrevskiy ango li Almazara îroyîn gelek Kurd zewicî bûn.

Kî jina Teter, kî Ozbek, kî Tetera Kirim, kî Tetera Kazanê anîbû. Her yek ji wan êdî du – sê zarokên wan hebûn.

Hemû siwar dibin li keştiya ‘Gruziya’ û digihêjin Besreya Îraqê û paşê jî derbasî Kurdistanê dibin.

Sala 1961ê şer ji nû ve dest pê dike. Sala 1962an ez li Hewlerê ji dayîk bûme.

Dayika min tev zarokên xwe diçe Bexdayê û li wê derê ji bo min nasnameya nû çêdike û paşnavê xwe yê Hebîbûlîn bo min dide nivîsandin.

Herwiha, wisa dide nivîsandin ku qaşo ez li Bexdayê ji dayîk bûme. Jixwe di nasnameya min de wisa nivîsîne: Bexda, Îraq.

Wê ji tirsa xwe wisa nivîsandiye. Lewra, gotegotek belav bûbû ku kurekî Rehman ji dayîk bûye û metirsî heye ku wî bikujin an jî bigirin da ku bavê min destgîr bikin.

Dayika min bi alîkariya balyozxaneya Sovyetê, ji Îraqê derdikeve û vedigere Ozbekistanê.

 

Keça Pêşmerge Hediye Babakirê jî got:

Dayika min nekarî zor û zehmetiyên şer bikşîne. Zarokên wê biçûk bûn û ew ji bo wan ditirsiya.

Em bi hev re bi keştiya ‘Gruziya’ mehek rê çûn û gihîştin bajarê Odessayê, ji wir çûn ta Moskowê û ji wir jî, ta Taşkentê.”

“Wî bê malbat nikarîbû vegere”

Mehmûd Rehman diyar kir ku Sala 1964an careke din di navbera Îraq û Kurdistanê de agirbest tê ragihandin û wiha pê de çû:

“Hingê bavê min pê dihese ku dayika min Îraq bi cih hiştiye. Ew biryar dide ku malbata xwe peyda bike û sala 1965an bi awayekî neqanûnî ji Îraqê derdikeve.

Dîsa ji Îranê bi ser çema Erzê re ji sînor derbas dibe. Jixwe wê hemû rê baş dizanibû. Lê li ser sînor wê destgîr dikin. Mehek, an didu girtî dimîne.

Paşê dêya min ku hevwelatiya Sovyetê bû, serlêdanê dike û payîzê bavê min êdî digihîje Taşkentê.

Armanca bavê min ew bû ku malbata xwe vegerîne. Lê KGBê ango îstîxbarata Sovyetê jê re dibêje, tu here lê malbat dê bimîne, ji ber ku malbateke Sovyetê ye.

Êdî tu çareya bavê min namîne. Wî bê malbat nikarîbû vegere. Di encamê de ew jî dimîne.”

“Sovyetê ji me re 48 demjimêr wext da”

Hediye Babakirê da zanîn ku  sala 1972an bavê wê hewl dide ku malbata xwe vegerîne Kurdistanê û wiha domand:

“Hemû belgeyan amade dike û dişîne. Li vir, hikûmeta Sovyetê ji me re 48 demjimêr wext da ku em biryara xwe bidin.

Birayên dayika min dest bi îqnakirina wê kirin ku bimîne. Wan digotö ‘Şaşiya xwe ya berê dubare neke. Li zarokên xwe bifikire.’

Dayika min gelekî dixwest vegere. Belge jî amade bûn. Lê di encamê de dimîne.

Lê pêwendiya me dewam dikir, bavê min bi rêkûpêkî name dişand.

Alîkarî dişand, li gorî derfeta xwe. Karê xwe yê pêşmergetiyê jî dikir û em jî ji bîr nedikirin.

Îca, çarenûsa me wisa bû. Pêwendiya me tenê hingê hat birîn, dema ku wan koç kirin Îranê.

Lê paşê, bere bere peywendî ji nû ve hat danîn. Bavê min ji Nexedeyê name ji me re dişand.

Dayika min sala 1993ê rehma Xwedê kir. Wê ji me re şîret kiribû ku ‘teqez serdana welatê xwe bikin. Peywendiya xwe winda nekin’, lewra, vegera me ya Ozbekistanê hukmê qederê bûye.”

“Di bin tekera otobûsekê de ma”

Mehmûd Rehman da zanîn ku dema Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, bavê wî biryar da ku biçe welêt û gor:

“Wî mala xwe firot ku bi heman diravan xwe bigihîne Îraqê. Lê mehekê beriya ku bi rê bikeve, li vir, mixabin, di bin tekera otobûsekê de ma.

Wisa jî, dîtina welatê wî jê re nebû nesîb. Sala 2004ê peyamek hat bo hevjîna min ku bavê wê Babekir li wir ji nû ve zewicî ye.

Malbata wî ya duyemîn peyam şandiye ku werin, Kurdistan êdî azad e, rewşa welêt gelekî baş e.

Di serî de min ji hevjîna xwe re got tu here, ji ber ku te û birayê te gazî kirine.

Birayê wê Zubeyr hingê sax bû. Ew di ser Îranê re çûn. Li Îranê birayê wê Nadir pêşwaziya wan dike.

Wan, cara pêşîn sala 2004ê pê li erdê Kurdistanê dikin. Paşê hevjîna min, ji wir ji min re telefon vekir û got Mehmûd tu jî were. Û ez û kurê xwe jî  çûn Kurdistanê.”

“Em hemû digiriyan”

Keça Pêşmerge Hediye Babakir herwiha got:

çLi ser sînor hemû xizmên me hatibûn pêşwaziya me. Birayên min, xwişkên min, heta metên min ên temenmezin jî hatibûn.

Wan pir bi germî pêşwaziya me kir. Em hemû digiriyan. Em bi hev re ji sînor derbas bûn.

Em gihîştin mala bavo. Me wisa welatê xwe dît.

Birayên min pir baş in. Fikrî derhêner e. Fîlm dikşîne, dokumenterî, sînemayî, ez baş nizanim.

Nadir dîroknas e. Dêmariya min êdî temenmezin e. Ew jî,  çendî ku jê hat, piştgiriya me kir.

Demekê em li gel birayên me jiyan, li gel dayika min a duyem. Piştî ku hevjînê min û kurê min dest bi kar kir, me xaniyeke kirê kir.”

“Her sal diçim Kurdistanê”

Kurê Pêşmerge Mehmûd Rehman wiha behsa dema li Kurdistanê mane kir:

“Belê, em li Kurdistanê man. Dora sal û nîvekê em li wir jiyan. Paşê bi malbatî em vegeriyan û hatin Taşkentê.

Lê her sal ez diçim, ji ber ku ez meaş distînim. Hem jî xizmên min, xizmên hevjîna min li wir dijîn.

Bê guman, xeyala min ew bû ku ez li wir bimînim. Xwedê hez bike, eger derfeteke wiha hebe, eger xaniyekî bidin min da ku em bi malbatî bikaribin lê bijîn, ez dê bi kêfxweşî tê de bimînim.”

“Ez spasdara welatê xwe me”

 Hediye Babakir kêfxweşiya li hemberî hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û got:

“Ez spasdara welatê xwe me. Ez dixwazim ku her tim peşmergeyên me bi bîr bînin. Bila ji bîr nekin, çawa ew ji bo azadiyê têkoşiyan.

 Ez spadara hikûmeta Kurdistanê me ku alîkariyê dide ji bo parastina bîranîna wan, alîkariyê dide zarokên wan, weke zarokên xwe. Zor spas!”

Pêşmerge Babekir ê bavê Hediyeyê li Barzanê bi axê hatiye sipartin. Pêşmerge Rehman ê  bavê Mehmûd jî li Taşkentê.

Mehmûd û Hediye tenê kurek û du neviyên wan hene. Wek nêrît ew her tim bi hev re diçin serdana gora bapîrên xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst