Girtiyên DAIŞê li Rûsyayê 2 gardiyan dîl girtin

16-06-2024
RÛDAW
Girtiyê DAIŞê yê li Girtîgeha Rostovê \ Wêne: Medya civakî
Girtiyê DAIŞê yê li Girtîgeha Rostovê \ Wêne: Medya civakî
Nîşan DAIŞ Rûsya Rostov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li başûrê Rûsyayê li Girtîgeha Rostovê girtiyên DAIŞê 2 gardiyan dîl girtin.

Rêveberiya Girtîgeha Rostovê di daxuyaniyekê de diyar kir ku girtiyên DAIŞê 2 gardiyanên girtîgehê dîl girtine û ji bo berdana gardiyanan danûstendin berdewam dikin.

Girtîgeha Rostovê eşkere jî kir ku rewş di jêr kontrola wan de ye.

Çavkaniyeke ji polîsê Rûsyayê eşkere kir ku 3 girtiyên DAIŞê ku bi pêkanîna êrişên terorîstî dihatin darizandin û dê demeke nêzîk derketana dadgehê jî beşdarî girtina gardiyanan bûne.

Li gorî çavkaniya polîsê Rûsyayê, hejmara wan girtiyên ku 2 gardiyan girtine 6 kes in û wan gotiye dê bi şertê otomobîlekê û azadkirina xwe dê gardiyanan berdin.

Girtiyên DAIŞê vîdeoyek belav kiriye û di wê vîdeoyê de tê dîtin ku destê gartiyan girêdayî ye û kêrek jî di destê yek ji endamên DAIŞê de ye.

Medyayê Rûsyayê jî belav kiriye ku hêzên Rûsyayê çûne herêmê û dorûbera girtîgehê hatiye dorpêçkirin.

Rûsya yek ji wan welatan e ku DAIŞê çend caran êrişî wê kiriye.

DAIŞê meha adarê jî êrişî Rûsyayê kiribû

Herî dawî 22yê Adarê çend çekdarên DAIŞê êrişî holekê kirin û di wê êrişê de xelk gulebaran kirin.

Di encama wê êrişê de 144 kesan jiyana xwe ji dest da û bi 100an kes jî birîndar bûn.

Rêxistina DAIŞê ya Xorasanê ew êriş li xwe girtibû.

Hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê li ser wê êrişê 20 tohmetbar desteser kiribûn û 4 tohmetbarên wê êrişê xelkê Tacikistanê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst