Îsraîlê bi awayekî demkî li başûrê Xezeyê şer rawestand

16-06-2024
RÛDAW
Nîşan Şerê Xezeyê Benyamin Netanyahu Hemas Filistîn Artêşa Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê bi awayekî demkî operasyonên xwe li herêma Xezeyê rawestîne.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de eşkere kir dê li başûrê Xezeyê bi awayekî demkî rojê 11 saetan operasyonan neke.

Artêşa Îsraîlê herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku dê ji saetên 08:00ê serê sibehê heta 19:00an operasyon neyên kirin.  

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê dê operasyon li herêma Deriyê Kerem Şalomê heta rêya Selahedînê di wan saetên diyarkirî de neyê kirin.

Artêşa Îsraîlê diyar nekiriye bê ka dê heta kengî operasyon were rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst