HILBIJARTINÊN TIRKIYE – Dengdana li derveyî welat berdewam dike

16-06-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye Dengdan Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê proseya dengana derveyî welat berdewam dike. Nêzîkî 3 milyon dengdêrên Tirkiyê li derveyî welat hene lê heya niha hejmara kesên ku deng dane, milyonek kes derbas nekiriye.

 

Li gorî reportên ku ji aliyê saziyên ragihandinê yên Almaniya hatine belavkirin, derdikeve ku li Ewropa û welatên din zêdetirî 3 milyon dengdêrên Tirkiyê hene, ku heya niha bi tenê milyonek kesan deng dane.

 

Di reportan de hatiye gotin, ku li Almanyayê milyonek û 440 hezar welatiyên Tirkiyê xweiyê mafê dengdanê ne lê heya niha 343 hezar û 129 kesan deng daye.

 

Di sala derbasbûyî de jî dema dengdana di giştpirsiya guhertina destûra Tirkiyê de, bi tenê li Almanyayê 660 hezar û 666 kesan deng dabûn.

 

Roja 7ê vê mehê dengdana li derve ya hilbijartinên Tirkiyê destpê kiriye û heya 19 mehê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst