Belçîka 6 meh din dê DAIŞê bombebaran bike
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Belçîka heyama mana xwe ya di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de 6 mehên din dirêj dikje.
Îro Înê 16-06-2017, di dema serdana xwe de ya Kanadayê de, Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel ragihand, ku hikûmeta Belçîkayê biryar dayê 6 mehên din di nava hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ya di bin serokatiya Amerîka de, bimîne.
Li gorî vê biryarê dê balafirên Belçîkayê li Sûriyê û Iraqê bombebrana çekdarên DAIŞê berdewam bikin.
Serokwezîrê Belçîkayê da zanînin, ku niha 6 balafirên F-16 ên welatê wî di nava hevpeymaniya navdewletî de ne û ew dê hejmara wan kêm bikin û bikin 4 balafir.
Charles Michel got: “Xerca balafirên me bo 6 mehan 17 milyon euro ye û di çend rojên pêş de, hikûmeta Federal a Belçîkayê wan pereyan xerc bike.”