Belçîka 6 meh din dê DAIŞê bombebaran bike

16-06-2017
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel DAIŞ Balafir
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Belçîka heyama mana xwe ya di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de 6 mehên din dirêj dikje.

 

 Îro Înê 16-06-2017, di dema serdana xwe de ya Kanadayê de, Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel ragihand, ku hikûmeta Belçîkayê biryar dayê 6 mehên din di nava hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ya di bin serokatiya Amerîka de, bimîne.

 

Li gorî vê biryarê dê balafirên Belçîkayê li Sûriyê û Iraqê bombebrana çekdarên DAIŞê berdewam bikin.

 

Serokwezîrê  Belçîkayê da zanînin, ku niha 6 balafirên F-16 ên welatê wî di nava hevpeymaniya navdewletî de ne û ew dê hejmara wan kêm bikin û bikin  4 balafir.

 

Charles Michel got: “Xerca balafirên me bo 6 mehan 17 milyon euro ye û di çend rojên pêş de, hikûmeta Federal a Belçîkayê wan pereyan xerc bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst