SADAT çekdarên mixalefeta Sûriyeyê dişîne Nîjerê

16-05-2024
Çekdarê ku naxwaze navê wî yê rast were eşkerekirin / Wêne: AFP
Çekdarê ku naxwaze navê wî yê rast were eşkerekirin / Wêne: AFP
Nîşan Sadat Çekdar Sûriye Nîjer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya şer a SADATê ya ku navenda wê li Stenbolê ye, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên di kontrola Tirkiyeyê de dişîne Nîjerê.

Li gorî nûçeya AFPyê, ev çekdar ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyeyê diçin Nîjerê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di nava çend mehên dawiyê de herî kêm 1000 çekdar ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê çûne Nîjerê.

Omer yek ji wan çekdaran bû ku li Sûriyeyê di nava grûpên mixalif ên di kontrola Tirkiyeyê de bû.

Omer bi rêya grûpa Sultan Muradê bi SADATê re peyman îmze kiriye û ji Tebaxa 2023yan ve bi rêya Tirkiyeyê derbasî Nîjerê bûye.

Omer ji wê demê vê mehane bi hezar û 500 dolarî li Nîjera Afrîkayê şer dike.

Peymana Tirkiye û Rûsyayê çekdarên grûpên çekdar bê kar hiştine û ew jî êdî berê çekên xwe li welatên biyanî didin xelkê.

Lewma ev çekdar di her derfetê de welatekî wêran û kavil li dû xwe dihêlin û ji bo berjewendiyên hêzên biyanî welatekî din kavil dikin.

"Kompanyayeke Tirkiyeyê bû, navê wê SADAT e"

Omerê ku ji ber sedemên ewlehiyê naxwaze navê wî yê rast were eşkerekirin got:

"Me bi Sultan Muradê re dest pê kir, piştî rêkar bi serî bûn efserên îstixbaratê hatin, kompanyayeke Tirkiyeyê bû, navê wê SADAT e. Me girêbest li gel wan îmze kir.

Berê du beş çûne û niha beşeke sêyem dê biçe. Jiyan pir zehmet e, ev yek me neçar dike ku em biçin derveyî Sûriyeyê ji bo şer."

Ehmed jî çekdarekî 30 salî ye. Bi malbata xwe re li kampekê li bakurê Sûriyeyê dijî.

Ew çeka xwe paqij û amade dike lê dê ti şerî pê li ser xaka Sûriyeyê neke.

Wî jî girêbest îmze kiriye da ku biçe Afrîkayê. Şîretan li zarokên xwe dike û xatir ji wan dixwaze.

“Zarokên min şîr û potikan dixwazin”

Çekdarê ku nasnavê Ehmed bi kar tîne wiha axivî:

“Bi rastî ez hatim tenê ji ber ku ez malxweyê malbata xwe me.

Zarokên min şîr û potikan dixwazin. Dêya min nexweş e. Ez neçar bûm derkevim da ku bijîm.

Wan got tu dê biçî Nîjerê. Girêbesta min 6 meh e, mûçeyê min 1500 dolar e.

Ev kar bi rêya Sultan Muradê tên kirin.

Tiştê ez jê ditirsim ew e ku li wir bimirim lê dibêjim dibe ku li vir jî bimirim.

Lê li vir mûçe 30 dolar e û li wir 1500 dolar e."

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji herêma Efrînê wergirtine, çekdar li çend cihên nahiyeya Şiyê bi hevahengiya Sultan Murad û Sultan Silêman Şahê tên amadekirin.

Çalakvan Mistefa Şêxo jî li ser mijarê ev agahî dan Rûdawê:

"Li gundê Qermitliqê li ser rêya gund û li ser erdê Mistefa Hacî û Eliyê Pepe, 5-6 donim erd hatine zeftkirin û li wir rahênanê dikin.

Çekdar li gundê Gêkiçê di parzûngehên zeytûnan de û li gundê Sinarê di parzûngeha zeytûnan a Hisênê Mistefa de tên perwerdekirin."

Dema şerê Azerbeycan û Ermenistanê yê li herêma Nagorno-Qerebaxê jî çekdarên mixalefefa Sûriyeyê ji bo piştevaniya artêşa Azerbaycanê şandibûn qadên şer.

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê dema şerê naxwe yê Libyayê jî şandibûn eniyên şer ên li Lîbyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst