Serokê nû yê Îmaratê bo Nêçîrvan Barzanî: Spas ji bo dostanî û hevsoziya te

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Îmarata Erebî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke pilebilind îro Duşemê 16ê Gulana 2022an bi armanca beşdariya şîna serokê koçkirî yê Îmarata Yekbûyî ya Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan û her wiha pîrozbahiya Mihemed Bin Zayid Al Nehyan wek serokê nû yê Îmaratê gihîşte wî welatî. Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo dostanî û hevsoziyê spasî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Hat diyarkirin ku şanda bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.

Di şandê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî cih girtin.

Hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan kir û sersaxî ji malbata wî, hikûmet û gelê Îmaratê re xwest.

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo amadehiya li şînê spasî û destxweşî li Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re kir û xweşhaliya xwe û welatê xwe ya ji bo hevsoziya Herêma Kurdistanê ya bi Îmaratê re anî ziman.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re hêviya serkeftinê ji bo Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bo hilbijartina wî weke serokê nû yê Îmarata Erebî xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst