Konseya Ewropayê bo Kavala raportor dişîne Tirkiyê

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewropayê Osman Kavala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Parlamenteran ku li Konseya Ewropayê ji çêkirina qanûnan berpirs e (AKPM) derbarê doza Kavala û proseya pişkinînê ya Konseya Ewropayê de du raportoran dişîne Tirkiye.

Li gor agahiyan Parlamenterê Ingîlîz John Howell û Parlamenterê Letonyayî Boris Cilevis dê di navbera 18 û 20 Gulana 2022ê de bi armanca lêkolîn û hevdîtinan li Stenbol û Enqerê serdana Tirkiyê dikin.

Tê pêşbînîkirin ku ew her du raportor li Stenbol û Enqerê derbarê doza Osman Kavala û proseya pişkinînê ya Konseya Ewropayê bo Tirkiyê de hevdîtinan pêk bînin. Hatina raportoran ku piştî bo Osman Kavala cezayê heta hetayê hatiye dayîn çêdibe, bo proseya binpêkirinê ku ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê birêvebirin jî girîng e.

Herwiha li gor agahiyan ev her du raportor dê ligel nûnerên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, saziyên dadê û yên girêdayî girtîgehan, baro û parêzeran û nûnerên civaka sivîl hevdîtinan bikin û li gor lêkolînên xwe dê 24ê Gulanê çavdêriyên xwe bo komîsyona peywendîdar rabighînin û piştre jî raporta xwe pêşkêşî Konseya Ewropayê bikin.

Encûmena Parlamenteran ku li Konseya Ewropayê ji çêkirina qanûnan berpirs e (AKPM) ji sala 2017ê ve bo Tirkiyê proseyeke pişkinîna siyasî birêve dibe û herî dawî jî di Sibata 2022ê de ji ber cîbicînekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yên girêdayî Osman Kavala pêvajoyeke binpêkirinê dabû destpêkirin.

Konseya Ewropayê bo Tirkiye ji vê proseya pişkinînê rizgar bibe çend merc diyar kirine. Rakirina Rewşa Awarte (OHAL) , belavnekirina biryarnameyên ku îradeya Parlamentoyê têk dide, belavnekirina biryarnameyên Rewşa Awarte, bi dawîkirina ji kar derxistina bikom a berpirsên giştî, azadkirina rojnamevan, siyasetvan û serokên şaredariyên girtî, ewlekirina azadiya çapemeniyê û derbarê guhertinên destûra bingehîn de cîbicîkirina pêşniyarên Komîsyona Venedîkê  di nav mercên Konseya Ewropayê de cih digrin. Herçiqas bi rakirina Rewşa Awarte hinek merc ji holê rabûne lê cîbicînekirina daxwazên din proseya pişkinînê ya Tirkiyê dirêj kiriye.

Li Tirkiyê di doza Geziyê de 25ê Nîsana 2022ê ji bo çalakvan û karsaz Osman Kavala, bi hinceta “Jinav birina sîstema Destûra Bingehîn” cezayê heta hetayê hat dayîn. Herwiha ji bo kesên din ê ji doza Geziyê tên darizandin jî 18 sal ceza hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst