Nikki Haley: Hemas bi piştgiriya Îranê tundûtîjiyan derdixe

16-05-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Nikki Haley Hemas Îran Tundûtîjî Îsraîl Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîka li Netewên Yekbûyî di civîna Encûmena Asayişê ya derbarê Îsraîl û Felestînê de ragihand, Tevgera Hemasê rêxistineke terorîstî ye û bi piştîvaniya Îranê tundûtûjiyan çê dike.

 

Nikki Haley, Îran berdewam aloziyan di navçeyê de çê dike û tundûtûjiyan li Rojhilata Navîn belav dike, lê di navxweya Îranê de xelkê xwe ji mafên seretayî jî bêpar kiriye.

 

Haley got: “Di van rojên dawiyê de terorîstên Hemasê ku ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, êrîşî ser hêzên ewlehiya Îsarîlê û jêrxana wî welatî kirine. Pêwîste ew tundûtîjî bala me jî rabikêşe.


babetê hevbeş di vê mijarê de kiryarên nehiştina ewlehiyê ye ji aliyê rijêma Îranê ve, rijêmek ku rijd e li ser belavkirina tundûtîjiyê li Rojhelata Navîn û di heman demê de xelkê xwe jî ji mafên bingehîn ên mirovan bêpar dike.”

 

Ji meha Adara îsal ve heta niha felestîniyên nîştecihê kerta Xezeyê ku di bin kontrola Hemasê de ye, li dijî Îsraîlê û di bin navnîşana “Vegerê” de xwepêşandanê dikin.

 

Di van çend rojên dawiyê de û piştî ku Amerîkayê bi fermî balyozxaneya xwe ya li Îsraîlê ji bajarê Tel Avîvê veguhaste Orşelîmê, tundûtîjiyeke mezin di xwepêşandanan de çê bûn, ku di encamê de bi dehan felestîniyan canê xwe ji dest dane.

 

Îsraîl dibêje, Hemas dixwaze di bin navê xwepêşandanê de û ji nava xwepêşanderên sivîl ve endamên xwe bi nihênî derbasî nav axa Îsraîlê bike û êrişên serbazî li dijî wî welatî pêk bîne.

 

Her têkildarî vê mijarê, Hemasê wêneyên çend kuştiyên Felestînî belav kiriye, ku di nava wan de wêneyên çend kesan bi cilûbergên serbazî hene. Hemasê ragihandiye, ku hejmarek kesên ji Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya hikûmeta li Xezeyê di xwepêşandanên li dijî Îsraîlê de hatine kuştin, ku ew yek dikare îdiayên Îsraîlê piştrast bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst