Li Meksîkayê helîkopter ket: 3 kes mirin

16-04-2024
Nîşan Meksîka Helîkopter Ketin Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Meksîkayê helîkoptereke taybet ket û sê kesên tê de mirin.

Li gorî medyaya Meksîkayê, helîkopter li herêma Coyoacanê ya Meksikoya paytext ketiye û êgir girtiyê.

Tîmên ku çûn cihê bûyerê tesbît kir ku tevî pîlot her sê kesên di helîkopterê de mirine.

Li gorî ku şahidên wan kêliyan dibêjin, hêlîkopterê dikir ku bikeve nav bazarê lê pîlot berê wê guhertiye û ew ketiye cihekî vala.

Li aliyê din, li ser sedema qezayê lêkolîn tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst