Îbrahîm Filît: Kurdî li Kazaxistanê hêdî hêdî ji holê radibe

16-04-2023
RÛDAW
Cîgirê Serokê Berbangê Îbrahîm Filît
Cîgirê Serokê Berbangê Îbrahîm Filît
Nîşan Îbrahîm Filît Berbang Kurdên Kazaxistanê
A+ A-

Almati (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdên Kazaxistanê Berbangê Îbrahîm Filît Îbrahîm Filît diyar kir ku zimanê kurdî li Kazaxistanê hêdî hêdî ji holê radibe.

Li Kazaxistanê tê texmînkirin 100 hezar Kurd lê dijîn, li navenda Berbangê ji bo gelek çalakiyan tên cem hev.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdên Kazaxistanê Berbangê Îbrahîm Filît Îbrahîm Filît ji peyamnerê Rûdawê Kamîz Şedadî re axivî û da zanîn ku ew ê sibê (17ê Nîsanê) li Berbangê di fitarê de bên cem hev û li bendê ne ku zêdeyî 100 kes beşdarî fitarê bibin.

Filît, anî ziman ku di bin sîwana Berbangê de weqfek jî heye û got ku piştî erdhejên navenda Mereşê alîkariyên mirovî gihandine Bakûr û Rojavayê Kurdistanê.

Îbrahîm Filît diyar kir ku ew alîkariyên xwe bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) dikin û wan li Efrînê firinek vekirine û ji bo gel jî çêkirina nan berdewam kirin.

Filît anî ziman ku ew nifşa 3yemîn a Kurdên sirgûnî Kazaxistanê ne û got “Ev 85 sal in ku em ji Kafkasyayê sirgûnî Qazaxistanê bûne, lê bav û kalên me di sala 1926an de ji Kurdistanê hatine sirgûnkirin.”

Cîgirê Serokê Berbangê ragihand ku li Kazaxistanê şert û mercên Kurdan baş in û got “Kazaxistan welatekî demokratîk e. Xwedî li ziman û çanda me derdikevin."

Îbrahîm Filît bal kişand ser wê yekê ku zarokên Kurd ên li Kazaxistanê hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe dûr dikevin û got “Ziman hêdî hêdî ji holê radibe. Xelkê me yên ku li gundan dijîn heta niha karibûne xwe biparêzin lê her çiqas civaka mezin dibe û li nav xelkê din belav dibe, zimanê zwe jibîr dikin. Ziman wenda dibe, ji bo em Kurdî biparêzin divê xebatan bikin.”

Filît bal kişand ser wê yekê ku zarokên Kurd dikarin li dibistanên taybet fêrî Kurdî bibin. herwiha Filît diyar kir ku ew bixwe jî dersên kurdî dide û di dersên kurdî de pirtûkên Prof.Dr. Kinyazê Îbrahîm û Umît Demîrhan bikar tîne.

Cîgirê Serokê Berbangê Îbrahîm Filît, da zanîn ku dê û bav dixwazin zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bibin û got ku ciwanên kurd li Kazaxistanê di warên curbecur ên werzîşê de bi taybetî boks û gulaşê de serketî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst