Li dijî qedexeya jiberxwebirina zarokan xwepêşandan hat kirin

16-04-2023
RÛDAW
Li dijî qedexeya jiberxwebirina zarokan xwepêşandan hat kirin
Li dijî qedexeya jiberxwebirina zarokan xwepêşandan hat kirin
Nîşan Jiberxwebirin Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Washington a Amerîkayê jin sloganên dijî qedexekirina mafê bikaranîna hebên Mifepristone-Mifapriston ên taybet ji bo jiberxwebirina zarokan xwepêşandanê li ber Dadgeha Bilind a Amerîkayê dikin.

Roja Înê, Dadgeha Teksasê biryar da hebên Mifepristone-Mifapriston qedexe bike, bi tohmeta ku jin bo kuştina zarokên xwe berî jidayikbûnê bikar tînin. Dadgeha Bilind a Amerîkayê yekser ev biryar ragirt û ragihand, pêwîstiya vê yekê bi pêdaçûneke zanistî heye.

Dadwera Payebilind a Amerîkayê Gloria Allred got, “Me nirxandina zanistî divê ji bo rêgirtina li vî dermanî û em naxwazin darizandin li ser bingeha ideolojiya olî û bîrûbaweriya takekesî be, divê li ser bingeha zanistî be, em naxwazin dadgeh destgihîştina jinan ji bo derman sînordar bikin, ji ber ku ev yek metirsiyê dixe ser jiyan û tendirustiya bi milyonan kesan.”

Dadgeha Bilind a Amerîkayê daxwaz ji Saziya Xorak û Dermanan a Amerîkayê kir, pişkinîneke temam ji bo hebên Mifepristone bikin û piştrastbûnê bo tenduristiya wan bidin.

Li gor vê saziyê, bikaranîna van heban heta hefteya dehemîn a ducaniyê tendirust e û di 20 salên borî de ji aliyê 5 milyon û 600 hezar jinan li Amerîkayê ji bo jiberxwebirina zarokan hatiye bikar anîn. Lewra armanca dadgehê ew e ku yasayê ji qedexekirina temam a van heban bo sînordarkirina wan biguhere.

Peristar Lauren Shelby got, “Ez peristar im. Nikarim baweriyê bi wê yekê bikim ku niha careke din mijûlî vî mijarî ne. Xelkê berê ev şer bo me kiribû heta tenduristiyeke me ya baş hebe.”

Rêdan an qedexekirina jiberxwebirina zarokan li Amerîkayê herdem mijarekî girînge li ba Amerîkiyan.

Komarî piştîvaniya qedexekirina jiberxwebirina zarokan dikin û Demokratî jî dixwazin ev yek bi rêya yasayê bê kirin.

Niha li 14 wilayetên Amerîkayê jiberxwebirina zarokan bi temamî qedexe ye, li 6 wilayetên din bo heyameke demkî yasayî ye û li 7 wilayetên din jî bo heyamekî demkî qedexekirî ye, di dema li 24 wilayetên din jî bi temamî yasayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst