Îsal nêzîkî 5 hezar koçber derbasî Brîtanyayê bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Hikûmeta Brîtanyayê, di sê mehên destpêkê yên îsal de nêzîkî 5 hezar koçber bi rêyên neyasayî derbasî Brîtanyayê bûne ku tenê di hefteya borî de hezar koçber gihîştine Brîtanyayê.

Îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an salek di ser rêkeftina Brîtanya û Rwandayê re derbas dibe. Li gor amarên fermî, ji roja ku rêkeftin hatiye îmzekirin heta niha nêzîkî 45 hezar koçber bi beleman derbasî Brîtanyayê bûne.

Piştî salekê rêkeftina hikûmeta serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson û Rwandayê li ser şandina koçberên neqanûnî ji Brîtanyayê bo Rwandayê, li gorî medyaya Brîtanyayê ti koçber ji bo Rwandayê nehatine şandin. Her wiha hatina koçberan bo Brîtanyayê jî gelekî zêde bûye.

Di Mijdara sala borî de, Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku dê 140 milyon pound ji bo bernameyê xerc kiriye û konvoya yekem diviyabû ku di meha Hezîranê de birê keta lê di demên dawî de hate ragirtin ku ew jî piştî wê yekê hat Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan diyar kir ku şandina koçberan bi zorê ji bo Rwandayê li dijî ye mafên mirovan.

Di destpêka vê salê de, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak planeke ji pênc xalan ji bo bidawîanîna krîza koçberan li wî welatî ragihand û got ku cîbicîkirina rêkeftina bi Rwandayê re dê bibe karê wî yê sereke.

Sunak anî ziman, “Divê em ji bo projeyasayekê bixebitin ku koçber bi beleman neyên û kesên ku bi qaçaxî derbasî welêt dibin werin girtin û li welêt nemînin.”

Sala borî zêdetirî 46 hezar koçberên neqanûnî bi 1109 beleman derbasî Brîtanyayê bûn.