Li Sûdanê şerê artêşê û RSFê: 56 kuştî, 595 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sûdan a rojhilatê Afrîkayê di şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de 56 sivîlan canê xwe ji dest dane û 595 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Pizîşkan a Navendî ya Sûdanê, di şerê navbera artêş û çekdarên Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) yên li Xertûm a paytext û bajarên din de, 56 sivîlan canê xwe ji dest dane û leşker jî di nav de 595 kes birîndar bûne.

Komîteya Pizîşkan a Navendî ya Sûdanê di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Em banga aqilê hevpar dikin û demildest rawestandina şer û pevçûnên ku sivîlên bêguneh, bêçek canê xwe tê de ji dest didin, derxistina kesên asê mane û vekirina korîdorên ewle ji bo alîkariya pêşîn ji bo birîndaran.”

Çi rû da?

Duh danê sibehê di navbera artêşa Sûdanê û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de li paytexta Sûdanê Xertûmê û bajarên cuda şerên çekdarî yên giran derketibûn.

Nakokiya di navbera artêşê û RSFê de li ser reforma ewlekariya leşkerî ye ku tê de beşdariya tam ya RSFê di artêşê de tê xwestin, nakokiya di navbera her du hêzan de veguherî şerekî giran.