Guherîna keşûhewayê: Siyaseta Biden û nêrîna Amerîkiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber guherîna keşûhewayê cîhan di nava aloziyeke veşartî de ye. Demeke dirêj e serok û rayedar di kampanyayên hilbijartinan de propagandaya başkirina hewayê û li dijî derketina kelûpelên plastîk dikin.

Di hewayeke xweş da, hejmareke zêde ya geştyaran û xelkê Washingtonê derketine derve û li hawirdoreke paqij demeke xweş derbas dikin.

Rûdaw nêrînên xelkê Amerîkayê yên li ser guherîna keşûhewayê digire.

Cotkarê bi navê Bertî Alûwey got, "Ez vê yekê weke astengiyekê dibînim, ne weke gefekê dibînim. Divê em hîn bibin bê ka em dê çawa adapte bibin. Min cotkarî kiriye, me êmên cuda didane ajelên xwe da ku bikaribin di jîngehên cuda de bijîn, ji ber vê yekê di şûna guhertinan ez ji adaptasyonê guncawtir dibînim."

Karkera Washingtonî Chrîsto Easten got, "Belê, bi ya min guherîna keşûhewayê gelekî xetere ye. Tê bîra min dema ez biçûk bûm, demsal çawa di cih de bûn û nediguherîn, niha jî pir metirsîdar û ne sabît in."

Geştyara bi navê Judy Shedd ê anî ziman, "Çi dikin bila bikin, ez bawer nakim ku têra guhertina hewayê bike. Min dengê xwe da kesên ku bi fikra min dê guhertinekê bikin lê tiştek nekirin û her carê heman tişt dubare kirin, ji ber vê yekê pir acizker û nexweş e. Ez nizanim çi bibêjim."

Yek ji sozên sereke yên Serokê Amerîkayê Joe Biden rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û cîbicîkirina ajandaya kesk bû lê ev ajanda her çend li Kongresê rûbirûyê opozîsyona Komarparêzan bûye jî, şerê Ukrayna û pêdiviya Amerîka û hevpeymanên wê bo neft û gazê dijwar kiriye ku soza Biden cîhbicîh bikin û vê yekê pêngavên Koşka Spî hêdîtir kiriye.

Koma Karê Panelê ya ji bo Guhertina Keşûhewayê ya Navneteweyî hişyarî da diyar kir, her ku gav sist bên avêtin, encama guherîna keşûhewayê dê xirabtir bibe.

Hevserokê Koma Karê Panelê Jim Skia got, "Her ku em di mijara guherîna keşûhewayê de gavan neavêjin, îhtimala astengiyan jî zêdetir dibin. Divê em niha gavê biavêjin, nexwe germahî dê di ser 1,5 pileyî re bilind bibe."

Li gorî raporên navendên zanistî yên li ser guherîna keşûhewayê, guherîna keşûhewayê bi lez dibe û bandorên wê dê li ser hemû cîhanê be, ne tenê welatek lê yek ji welatên dikare gavên bi bandor biavêje Amerîka ye.

Li gorî rapora dawî ya şîrketa Deloitteyê, Amerîka dê bibe xaleke werçerxê ya li hember guherîna keşûhewayê eger dest bi gavên ji bo çareserkirina guhertinan bike û dê bigihêje armanca kêmkirina derxistina gaza ku zerarê dide, heta sifirê daxe. Berovajî, heger gavên pêwîst neyên avêtin, wê ziyanên aboriyê yên guherîna keşûhewayê bi tena serê xwe li ser Amerîkayê, heta sala 2070an bi qasî 14,5 trîlyon dolar be.