Nakokiya Macron û Le Pen li ser misilmanan

Hewlêr (Rûdaw) Di navbera Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û berbijêra rastgir Marine Le Pen de di derbarê qedexekirina kefiyê de nakokî hene.

Berbijêra rastgir Marî Le Pen bo komkirina dengan hatiye bajarê Perthusê ku li başûrê rojhilatê Fransayê ye.

Lê ji ber bernameya wê dijî koçber û misilmanan e, grupek li dijî wê nerazîbûna xwe nîşan didin. Le Pen soz daye ku kefiya jinên misilman qedexe bike.

Di nav qerebalixiyeke de ji aliyê jineke misilman ku xwe nixûmandiye rûbirûyê pirsan dimîne.

Le Pen ji jinê re dibêje li hejmareke navçeyan jin hatine paşguhxistin; ew jî dibêje ev rast nîne û dibêje bavê wê 15 salan di Artêşa Fransayê de xizmet kiriye. Berbijêr tiştekî din nabêje û ji wê derê diçe.

Jinek dibêje Le Pen “rêgezperest û faşîst e” lê Le Pen parastina xwe dike.

Berbijêra Posta Serokkomariya Fransayê Marine Le Pen dibêje “Projeya min bi ti awayî tûndrewî nîne, ev proje projeyeke herî ya di cih de ye. Ev Proje dê zêdetir demokrasî bîne welatê me.”

Macron ku hewl dide piştgiriya pênc milyon misilmanên Fransayê di dengdayîna 24ê vê mehê de bidestbixe li dijî qedexekirina kefiyê ye.

Li gor wî eger kefî bê qedexe kirin divê xaç û sembolê olên din jî bên qedexe kirin.

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex li dûrgey rîwnîwn bo Macron bangeşeyê dike û xelkê bo egera serkeftina Le Pen a di hilbijartinê de hişyar dike.”

Jean Castex diyar kir “Em rûbirûyê paşdeçûnê û metirsiyê dibin û diyar e emê rûbirûyê neseqamgiriya civakê jî bimînin.”

Di gera yekem a hilbijartinê de ji sedî 69 dengdêrên misilman dengên xwe dan Jean-Luc Melenchon ku piştî Macron û Le Pen bû sêyemîn.

Melenchon ji dengdêrên xwe xwest ku dengên xwe nedin Le Pen.

Herwiha mizgefta mezin a Parîsê û komên misilman yên Fransayê jî ji misilmanan xwestibûn ku dengên xwe bidin Macron.