Hilbijartinên Rûsyayê: 'Bila aştî û aramî hebe da ku her kes baştir bijî'

Moskow (Rûsya) - Li Rûsyayê hilbijartina serokayetiyê dê 3 rojan berdewam bike û pêvajoya dengdanê di roja duyem de didome.

Di hilbijartina ku tê çaverêkirin Vladimir Putin dîsa bi ser bikeve, nêzikî 112 milyon dengderan diçin ser sindoqan.

Li herêmên Kirim, Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporojyayê yên Ukraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn îlheqkirin jî pêvajoya dengdanê bi rê ve diçe.

Li seranserê Rûsyayê 94 hezar navendên hilbijartinê hatine vekirin.

Şêwaza dengdana elektronîk e û ew berê jî di hilbijartinên parlamentoyê de bi awayekî sînordar hatibû ceribandin.

“Cara yekem e di hilbijartinên serokayetiyê de dengdana elektronîk tê bikaranîn”

Serokê navendeke hilbijartinê ya Moskowê Aleksandr Fedotov got:

"Îsal cara yekem e ku di hilbijartinên serokayetiyê de em sîstema dengdana elektronîk bi kar tînin.

An ku hem pisulayên elektronîk hene, hem jî pisulayên klasîk hene.

Welatî dikarin ji malê xwe bi rêya e-dewletê jî dengê xwe bi kar bînin.

Yan jî dikarin bên vê derê, çend klîkan bike û deng bide yan jî dikare pisuleyeke wergire û li ser wê nîşana dengdanê dayne û biavêje sindoqê."

Tevî pêşbîniyên reşbîn jî ji destpêka pêvajoya dengdanê ve çalakbûneke berbiçav xuya dike.

“Rewşa welatê me her tim ne asayî bûye”

Mamosteyê dibistanê Nikolay Batalin diyar kir, "Rewşa welatê me her tim ne asayî bûye.

Loma jî ez geşbîn im û hêviya min ew e ku dê her tişt baştir bibe.

Bila serokê nû kar bike, da ku welat geşe bide, da ku fabrîka kar bikin, da ku zanyar hîn zêdetir dahênanan bikin ji bo pêşveçûna civakê be.

Wate, ez li benda geşedanê me."

Diyar e bangawaziya Serokê Rûsyayê ya ji bo beşdariyeke çalak di dengdanê de, bandor li welatiyan kiriye dengder jî, wekî ew dibêjin, bi rêya dengdanê banga xwe ya aştiyê dişînin ji serokê ku bê hilbijartin re.

Karmenda nexweşxaneyê Ludmîla Panînayê got, "Vê gavê nakokiya me bi Ukraynayê re heye.

Dixwazim rewş bigihêje îstiqrarê da ku welatiyên me baştir bijîn. Loma jî ez hatim dengê xwe bidim."

Bila aştî û aramî hebe, da ku her kes baştir bijî”

Mamosteya dibistanê Valentîna Graçovayê ragihand, "Di serî de dixwazim pêdawistiyên ji bo malbatan, ji bo zarokan bêne dabînkirin.

Bê guman, aştî û aramî hebe, da ku her kes baştir bijî."

Li gorî amarên Komîsyona Navnedî ya Hilbijartinan, heta demjimêr 14:00an (li gorî dema Moskowê) rêjeya beşdarbûna dengderan li tevahiya Rûsyayê ji sedî 8,96  bûye.

Hilbijartina serokatiya Rûsyayê ya ku 15 Adarê dest pê kir û çar namzed tê de pêşbaziyê dikin, wê îro û sibe jî berdewam bikin.